BI DÎMEN

Fatma Koçyîgît: Hêvî û alternatîfa me heye!

Endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Fatma Koçyîgîtê anî ziman ku namzetiya Gultan Kişanakê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ku Kişanak ev 7 sal in rehîn tê girtin, ji bo hemû jinan kelecaneke mezin e.

Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Koçyîgît derbarê hilbijartinên xwecihî de ji ANF'ê re axivî.

Koçyîgîtê got ku namzetiya Gultan Kişanakê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ku Kişanak ev 7 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Kandirayê rehîn tê girtin,  ji bo  jinên li Enqereyê bûye coş û kelecaneke mezin û got: ‘’ Li Enqereyê hebûna bijardeyeke me û namzedbûna keseke weke Gultan Kişanakê ji bo me jinan cihê kêfxweşî û kelecanê ye. Lê belê vê yekê ji bo me jinan berpirsyariyeke mezin ava kir. Çimkî  em Gultan Kişanakê weke jineke ku em bi tenê di çarçoveya hilbijartinan de nas bikin, nîne. Ji ber vê yekê me weke Kordînasyona Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û hevalên jin ên din hin civîn li dar xistin.

Beriya 8’ê Adarê me ji bo ku xebatên hilbijartinê yên Gultan Kişanakê bidin destpêkirin, li Parka Kûgûlû ya Enqereyê civîneke mezin a jinan li dar xist. Bi rastî jî hemû jinên ku tev li wê civînê bûn, gelekî bi kelecan bûn. Hemû jinan qala projeyên xwe kirin, me navê kampanyaya xwe diyar kir û DEMA Mor a siyasetê ji bo me bû cihê kêfxweşiyê. Me beriya wê gelek civîn li dar xistin. Me hem bi jinan re hem jî bi çapemeniyê re civînên berfireh pêk anîn. Yanî em dikarin vê kampanyayê çawa bi rê ve bibin? Me xwest ku kampanyaya me xurt be û ne tenê girêdayî hilbijartinan be.’’

NAMZEDBÛNA GULTAN KIŞANAKÊ BÛ SEDEMA KELECANEKE MEZIN

Koçyîgîtê bal kişand ser girîngiya namzedbûna Kişakê ya ji bo Enqereyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘’Enqere nîvenda çareseriyan e. Yanî paytexta dewletê ye. Di vî warî de namzetbûna Gultan Kişanakê ya ji bo li Enqereyê gelekî girîng e. Hem ji bo siyaseta qeyûman bersiveke baş e û hem jî cihê çareseriya pirsgirêka Kurd ev der e, ji ber vê yekê jî gelekî girîng e. Rojekê beriya eşkerekirina namzetiya Gultan Kişanakê, 9 jin hatin qetilkirin. Li cihê ku şîdeta li ser jinan ew qas zêde, namzedbûna Kişanakê bi rastî jî hemleyeke pir giring bû. Me çalakiyên 8'ê Adarê  bi namzetbûna Kişanakê re bi rê ve bir. Platforma Jinan a Enqereyê di çalakiya 8'ê Adarê de peyamên Kişanakê bi coşeke mezin bi raya giştî re parve kir. Her wiha di meşa şevê de dîsa sloganên Kişanakê hatin berzkirin û wêneyên wê hatin hatin hilgirtin. Bi rastî jî ji bo me hemûyan bû kelecaneke mezin.’’

Koçyîgîtê destnîşan kir ku jin di hilbijartinên 31'ê Adarê de bê alternatîf û neçarî du namzedên mêr nînin û got: ‘’Hem ji bo me û hem jî ji bo jinên femînîst û sosyalîst, rewşa ku em neçar bimînin, deng bidin du namxetên mêr yên manend tune ye. Em weke jin di navbera du mêrên nijadperest û serdest de xwe zêde bêçare hîs dikin. Namzedbûna Gultan Kişanakê kir ku em bibin xwedî bijardeyekê. Li ser jinên derdora me, jinên femînîst, çepgir û sosyalîst zexteke mezin heye. Ji ber konjonktûra giştî jî rewşa bêdengbûnê heye. Lê belê ya herî aktîf tevgera jinan a li Tirkiyeyê ye. Hem Tevgera Jinên Kurd, hem jî tevgera femînîst a Tirkiyeyê û hem jî tevgera rizgarbûna jinan.

Di nava rojekê de 9 jin tên qetilkirin, desthilatdariya AKP û MHP’ê tim êrîşê dibe li ser cil û bergên jinan, mafên wan yên  bidestxistî. Em li dijî van êrîşan tim li ber xwe didin. Em namzedbûna Kişanakê ji bo xwe weke hêzekê dibînin.’’ 

EM BI HEV RE PIR BI HÊZ IN

Koçyîgîtê li ser navê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê hemû jin vexwendin Buroya Hilbijartinê ya Jinan a li Kolana Konûrê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Hêvî û alternatîfa me heye. Namzedbûna Gultan Kişanakê ya ji bo Enqereyê ku Kişanak  ji salên 1980’yan heya niha li ber xwe dide, rastî ji bo me hemû jinan bûye moraleke mezin. Yanî em bi rehetî dikarin bibêjin ku em dikarin li dora Kişanakê kom bibin. Hemû nasnameyên xwe yên weke jin,çapemenî,  femînîst, sosyalîst, kurd û elewî li dora wê bibin yek. Em bibêjin ku li Enqereyê dema DEM’ê ye û em bi hev re têkoşînê mezintir bikin. Em hemû hevalên jin yên li Enqereyê vedixwînin li buroya xwe ya hilbijartinê. Em bi hev re bi hêz in, em ê bi hev re vê pêvajoyê derbas bikin û em ê bi ser bikevin.’’