DEM Partî li Curnê Reşê starda hilbijartinê da: Em ê di 2’ê Hezîranê de dîsa bi ser bikevin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li Curnê Reşê axivî ku biryara jinûvekirina hilbijartinê hat kirin û wiha got, “Em ê di 2’yê Hezîranê de dîsa bi ser bikevin. Curnê Reş DEM e, DEM Curnê Reş e."

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), xebatên hilbijartinê yên li Curnê Reş ku dê di 2'yê Hezîranê de cardin bê lidarxistin, da destpêkirin. DEM Partiyê bi vekirina buroya hilbijartinê li navçeyê xebatên hilbijartinê cardin da destpêkirin. 

Li ber buroya hilbijartinê ya li hemberî avahiya DEM Partiyê ya navçeyê gel civiya. Berdevka DEM Partiyê Ayşegül Dogan, parlementerên DEM Partiyê Omer Ocalan, Heval Bozdag, Sümeyye Boz, Yilmaz Hûn û namzetên hevşaredariyê yên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl jî di nav de bi hezaran kes beşdarî vekirina buroyê bûn. 

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li vir axivî. Doganê bilêv kir ku Curnê Reş di 31'ê Adarê de jî biryara xwe daye û got: "Lê karê wan ew e ku dek û dolaban bikin. Lê karê me jî avakirin e. Curnê Reş careke din jî biryara xwe da. Em ê di 2'yê Hezîranê de careke din bi ser bikevin. Curnê Reş DEM e, DEM Curnê Reş e. Em ê ji bo vê bi şev û roj bixebitin." 

ÇI QEWIMÎBÛ?

Di 31'ê Adarê de namzetên hevşaredariytê yên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl bi 521 dengan bi ser ketibûn. Lê êvara hilbijartinê rayên du sindoqan ji aliyê biraziyê namzetê AKP'ê Alî Aslan Bayik Mustafa Bayik û 50 kesên pê re hatibûn şewitandin. Piştî vê AKP'iyan îtiraz kir û Lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî biryara nûkirina hilbijartinê dabû. Hilbijartin wê di 2'yê Hezîranê de cardin bê lidarxistin.