Bakirhan: Em biçin dengê xwe bidin ku rejîma yekzilamî bikeve

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Tûncer Bakirhan, ji bo ketina rejîma yekzilamî bang li xelkê kir ku biçe dengê xwe bide.

Rêxistinên Partiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Sêrtê, têkildarî tûra 2’yemîn a hilbijartina Serokkomariyê li avahiya HDP’a Sêrtê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tûncer Bakirhan, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen İşik a qeyûm tayînî şûna wê hate kirin û hevserok û hevberdevkên partiyên siyasî bûn beşdar li civînê.
 Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Tûncer Bakirhan, diyar kir ku wê Kurd ji bo guhertinê deng bidin û bang kir ku di 28’ê gulanê de bila her kes biçe, dengê xwe bide. 
 
 ‘EZ DIBÊJIM WÊ GELEK KES BIÇIN DENGÊ XWE BIDIN’ 

Bakirhan, diyar kir ku ji bo pergala yekzilamî bi dawî bikin wê dengên xwe bidin û anî ziman ku gel wê yek zilamî bişîne. Bakirhan, bang kir ku ji bo pêşeroja demokrasiyê xwedî li sindoqan derkevin û wiha got: “Ez jî li bendê me ku di tûra 2’yemîn a Serokkomariyê de wê tevlibûneke baş çêbibe, deng wê pir betal nebin, ji ber ku wê xelkê Sêrtê wê ji her du wêneyan yekî hilbijêre.’’ 

 ‘GOTIN Û KIRINÊN ÇENDEYÊ DAWÎN ÊN TIFAQA MILETÊ ME ELEQEDAR NAKIN’ 
 Bakirhan, bi lêv kir ku gel guhertinê dixwaze, wê ji bo guhertinê deng bide û wiha pê de çû: “Gotin û çalakiyên ku hin pêkhateyên Tifaqa Milet ên di demên dawîn de me zêde eleqedar nakin, pêşeroja gelên Tirkiyeyê me eleqedar dike. Heke dengê me ji bo pêşeroja demokratîk a wan bibe çare em qet li gotinên kesan nanêrin. Em ê dengê xwe bidin pêşeroja Tirkiyeyê û demokrasiya wê. Ji bo em pergala yekzilamî bi dawî bikin em ê dengê xwe bidin. Ez bawer im ku wê gelê Sêrtê vê bi awayekê serkeftî pêk bîne.”
 
LI ŞIRNEXÊ SERDANA DIKANDARAN

 
Partiya Çepên Kesk, li Şirnexê li xebata xwe ya ji bo hilbijartinê dewam kir. Rêveberên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana dikandarên li ser Rêya Orhan Dogan a li navçeya Cizîrê kir. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal û Zekî Îrmez û endamên partiyê bang li gel xelkê kir ku biçin dengê xwe bidin. Li Silopiyayê jî bi tevlêbûyîna parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê serdana dikandarên li navendê hate kirin û bang li welatiyan kir ku biçin dengê xwe bidin.