Zapatî û Kurdan êrîşê Meksîka protesto kirin

Êrîşên hikûmeta Meksîka ya li ser gerîlayên Zapatîsta li gel tevlîbûna Kurdan li bajarê Bernê protesto kirin.

Hikûmeta Meksîka 11’ê Îlonê di êrîşa li ser gerîlayên Zapatîsta de 2 gerîla revandibû û roja din jî ji aliyê çeteyên peremilîter ve gerîlayek din ê Zapatîsta hatibû qetilkirin. Êrîş li bajarê Bern a Swîsreyê hate protestokirin.

Çalakaiya li pêşiya Sefaretxaneya Meksîka ya Bernê hate kirin, aliyên Zapatîta yên li Swîsre dijîn, saziyên civaka sivîl ên Swîsrey û endamên Navenda Civaka Kurd jî tevlî çalakiyê bûn.

Di daxuyaniya hate dayîn de ev hate gotin: “Artêşa Rizgariya Netewî ya Zapatîsta (ELZN) nêzî 40 sal in, weke tevgera Zapatîsta li dijî polîtîkayên kapitalîst û mêtinger ji bo xweserya ku xwe dispêre vîna gel têkoşînê dike. Zapatîsta her roj li dijî çeteyên peremilîter û êrîşên hikûmeta Meksîka têkoşînê dikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tavilê divê hikûmeta Meksîka Jose Antonîo Sanchye Juarez û Sebastîan Nunuez Prez berdin.

Çalakî piştî daxuyaniyan û şûnde bi dirûşmên banga hevpar a têkoşîna enternasyonalîst bi dawî bû.