Stuttgart bi coşeke mezin komeleya DKTM’ê hat vekirin

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi beşdariya gelek nûnerên saziyan û zêdeyî hezar kesî DKTM’ê ya nû hat vekirin.

Hevseroka KCDK-E Zubeyda Zumrut, Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça, Siyasetmedar Nûrsel Aydogan, Berdevkê HDP’ê yê Elmanyayê Faysal Sariyildiz, YJK-E, PYD, Dîe Lînke, Komîteya Filistînê û nûnerên LILO (Antîfaşîst) di vekirinê de axivîn û gelek nûnerên saziyan û ji rêxistinên çep ên Tirkiyeyê Partîzan, MLKP, DIDF û GIK-DER peyamên nivîskî dan.

Ji bo vekirina Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) zêdeyî hezar kes li baxçeya DKTM’ê li hev civiyan û deqeyek rêz girtin. Qurdeleya vekirinê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Stuttgartê ve bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hat birîn.

Ji ber ku cihê hemû beşdaran li salonê nebû, bi sedan kes neçar man li derve guhdar bibin.

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokên DKTM’ê Mesût Daghan û Pervîn Şen ve hat kirin. Hevserokan gotin: “Em îro bi gelê xwe ya hêja ku li Stuttgartê dijîn û dostên xwe yên kedkar bi coşeke mezin komeleya xwe vedikin. Ji bo em bibin layiqê gelê xwe çi ji destê me were em ê bikin. Li ser vê bingehê em komeleya xwe li hemû Malbatên Şehîdan û gelê xwe pîroz dikin.”

Hevseroka KCDK-E Zubeyda Zumrut bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê yên li dijî Kurdan û got: “Em di demekê wiha de ku dewleta Tirk a faşît û nûnerê xeta xiyanetê malbata Barzanî ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd li her derê êrîş pêk tînin, weke herêma Stuttgartê vekirina saziyeke wiha weke bersiveke mezin dibînin. Bi sedan kes û bi dehan hevalên wan bi dirûşmeyên ku îro berzkirin, diyarkirin ku ew ê li hemberî faşîzmê ti carî gav paşve neavêjin. Peyama din a gelê me ya li vir jî ew e ku êdî tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin.”

Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça jî bal kişand ser girîngiya sazîbûnê û got: “Çar parçeyên welatê me di bin êrîşan de ne. Erka me ye ku em li dijî van êrîşan rabin û xwedî li têkoşîna gel û gerîlayên xwe derkevin ku li her derê Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin.”

Siyasetmedar Nûrsel Aydogan bal kişand ser polîtîkayên qirêj ên desthilatdariya faşît a AKP-MHP’ê ya li hemberî Kurdan û wiha got: “Coş û beşdarbûna îro nîşan dide ku wê Kurd bi ser bikevin.”

Berdevkê HDP’ê yê Elmanyayê Faysal Sariyildiz, anî ziman ku gelê Kurd û dostên wan ên li Stuttgartê xwedî kedeke mezin in û bi çalakiyên xwe mohra xwe li dîrokê dane.

Piştî axaftin û peyamên hatin xwendin, Hozan Alî Baran, Hozan Sîmar, Hozan Bermal Çem, Hozan Zeynep Enhas, Sedat û Bawer, Garîp Nurhak Rever Davran û Koroya Zarokan derketin ser dikê. Girseyê bi gerandina govendê vekirina komeleyê pîroz kir.