Nûçeya Lezgîn: Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya li ser Îmraliyê

KON-MED: Şengal koka hemû Kurdan e, em ê xwedî lê derkevin

KON-MED'ê bi biryardariya xwedîderketina li Şengalê Cejna Çarşema Sor pîroz kir.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) Cejna Çarşema Serê Nîsanê li civaka Êzidî, gelê Kurd û tevahiya mirovên aştîxwaz pîroz kir.

Peyama KON-MED'ê bi vî rengî dewam kir:

"Cejna Çarşema Sor di baweriya Êzidiyan de cejna herî mezin ,qedim û dîrokî ye. Li gorî mîtolojî û baweriya Êzidiyan, berê cîhan hemû av bû. Wek destpêka afirandina jiyanê tê pejirandin. Bi hezaran salan, ev cejn tê pîrozkirin. Û civaka Êzdî bi parastina çand û nirxên xwe yên pîroz, hêz û qewet dide civakê. Ji bo me, wek gelê Kurd mînakî pir girîng e.
Li herderê ku civaka Êzîdî li dijî û taybet jî li Kurdistanê, Çarşema Serê Nîsanê, tê pîrozkirin.

Bi taybetî piştî fermana Şengalê Civaka Êzdî di nava şert û mercên dijwar de jiyan dikin. Ji heralî, êrîş hene. Wek em dizanen, dewleta faşist a TC ê bi hevkarîya xeta ixanetê ve xwe ji bo êrîşek mezin, li ser Mexmûr û Şengal, amade dike.

Her çend riskên dijwar hebin jî lê dîrok tim di paxila xwe de derfetên mezin jî diêwirîne. Ji bo avakirina Êzdîxan û azadiya civaka me bi giştî derfetê heyî ne hindikin. Pêwîste em van fersend û rojên dîrokî baş binirxînin.Rêxistinbûna xwe bilind bikin û ji bo serkeftinê hemû hêza xwe seferber bikin û ji bo xweseriya Şengalê tekoşinê pêş bixin.

Şengal hebûna Êzdiyan e û koka hemî Kurdan e, ji ber vê yekê, em ê li hebûna xwe xwedî derkevin!
Weke KON-MED em di wê baweriyê de neku civaka Êzidî hegwiha Gelê Kurd bi giştî di demek herî nêz debi awayekî azad bi nasnameyên xwe û li ser axa xwe bijîn û cejnên xwe pîroz bikin.

Em hêvîdarin ku Çarşema Sor, bibe wesîleyaaştî, azadî û aramiya mirovahiyê her wiha di serî de li civakê Êzidî û li hemû gelên cîhanê pîroz be."