Jinan li dijî qedexeya li ser PKK‘ê stand vekir
Li Dûîsbûrgê ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin standa îmzeyan hate vekirin.
Li Dûîsbûrgê ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin standa îmzeyan hate vekirin.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Asya Yuksel de ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin li ber Foruma Dûîsbûrgê stand hat vekirin.
Standa îmzeyan rastî eleqeyek mezin hat û gelek îmze hatin komkirin.
Di çalakiya standê de daxuyanî hate xwendin û di daxuyaniyê de bal kişandin li ser armanca kampanyaya îmzeyan. Her wiha di daxuyaniyê de banga hestiyariyê li raya giştî ya Elmanyayê hate kirin.
Hate diyarkirin ku stand û çalakiyên curbecur wê di çarçoveya kampanyayê de berdewam bikin.