Gava meş hat kirin, xwedî li berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî hewila hêzên Artêşa Iraqê ya girtina dorê li Wargeha Mexmûrê jî hat derketin.
Kurdistaniyên guh da banga TCŞ’ê û TekoJIN’ê, li Parka Montbenonê hatin ba hev.
Pankarta li ser ‘’Azadî ji bo Ocalan’’ nivîsandî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û TCŞ’ê hatin hildan û dest bi meşê hat kirin.
Girse ku gihîşt qada Flonê, bi Kurdî, Fransî û Tirkî daxuyanî da
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Komploya Navneteweyî ku 9’ê Cotmeha sala 1998’an dest pê bû û bi Pergala Êşkence û Tecrîdê ya Îmraliyê ya 15’ê Sibata sala 1999’an dewam kir, bi awayekê sîstematîk û bi polîtîkaya tecrîdê berdewam e. Mînakeke din a vê feraset û berpêbûnê ku ji hiqûqa dijmin jî derbas kiriye, nîn e. 27 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Komploya Navneteweyî ya hemberî Rêber Apo ku hêviya jiyana azad a Kurdan û gelên bindest e, bi konsepta qirkirina Kurdan berdewam e. Konsepta qirkirinê ku dewleta Tirk a mêtinger û qirker di ser Rêber Apo re 25 sal in radigire, geşe pê dide, di esasê xwe de konsepteke qirkirinê ya hemberî gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Em dizanin ku Rêber Apo di bin çavdêrî û venihêrîna dewleta Tirk a faşîst û hêzên Modernîteya Kapîtalîst de ye û tecrîd li ser tecrîdê lê tê kirin. Ji 25’ê Adara sala 2021’ê ve tecrîda herî giran li Rêber Apo tê kirin. Em ciwanên şoreşger ên welatparêz; em cardin dibêjin ku Komploya Navneteweyî û Pergala Êşkence û Tecrîdê ku bi armanca qirkirina Kurdan ku li dijî Rêber Apo hatine bipêşvebirin, qebûl nakin, soza geşkirina têkoşînê li dijî vê konsepta qirêjî didin û bang li gel û dostên xwe dikin ku dora Rêber Apo bibin xelek. Di vê barê de, bang li civaka navneteweyî, gel û dostên xwe dikin ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi lez û bez tevbigerin!’’
Her wiha hat destnîşankirin ku xelkê Mexmûrê li dijî hewila girtina dorê li wargeha Mexmûrê ya artêşa Iraqê, bi awayekê bêhevta li ber xwe dide û wiha hat gotin: ‘’Em silav li vîna azad a Kurd dikin ku bi jin, mêr, pîr û zar li dijî hêzên Iraqê li ber xwe dide. Xelkê me yê li Mexmûrê, bi hişmendî û ruhê Apoyî li dijî hêzên artêşa Iraqê li ber xwe dide. Banga me li gelê me û raya giştî ew e ku li xelkê me yê fedakar ku li Wargeha Mexmûrê dijî bibin xwedî û piştgir!
Em ciwanên welatparêz ên Apoyî; dubare dibêjin ku em ê di her hal û mercî de girêdayê Rêberê Apo ne û bang li civaka navneteweyî, sazî, raya giştî û hemû gelê xwe dikin bibêjin bes ji bêedaletiyê re û ji bo rabûna tecrîdê û pêkanîna fîzîkî ya Rêber Apo, hestewar bin û têbikoşin.
Piştî axaftinan, ciwanan dawî li çalakiyê anî.