Bi hezaran kes li Marsilyayê li dijî tecrîda li Îmraliyê meşiyan

Kurdên li Marsîlyayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û peyama “Eger CPT rastiyan eşkere neke, em ê çalakiyên xwe derbasî qonaxeke din bikin” dan.

Bi hezaran kes bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê li qada Canabîere hatin ba hev û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD), Meclîsa Arîn Mîrkan û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) gel daket qadan. Pankartên ku diyar dikin Komîteya Pêşgirtina Li Êşkenceyê (CPT), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji rewşek xirab a biqewime berpirsiyar in, hatin hildan. Her wiha pankartên bi Fransî, “Ocalan ev 23 meh in di bin tecrîdê de ye”, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan, ev 24 sal in bi fîzîkî girtiye” û “CPT û DMME divê di zûtirîn demê de tişta dikeve ser milê wan, pêk bînin” hatin hildan.

Meş ji Canabîere heta Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê ya Marsîlyayê dewam kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û Liberte Pour Ocalan” hatin berzkirin. Piştî meşê mitîng hate lidarxistin. Di mitîngê de li ser navê saziyan axaftin hatin kirin. Di axaftina li ser navê TCŞ’ê de hat destnîşankirin ku CPT û saziyên din ên Ewropayê dev ji şêwazên xwe yên ku agahiyên şaş didin gelê Kurd berdin. Di daxuyaniya çalakiyê de wiha hate gotin:

“Weke di komployê de, dewlet û saziyên Ewropayê îro jî tinazên xwe bi vîna gelê Kurd dikin. Em ciwanên li Ewropayê careke din hişyar dikin, Eger CPT rastiyan eşkere neke em ê çalakiyên xwe derbasî qonaxên cuda bikin. Divê her kes vê yekê bizane.”

Piştre di daxuyaniya li ser navê NCKD’ê de wiha hate gotin:

“23 meh in tu agahî ji Rêberê me yê netewî Abdullah Ocalan û hevalên wî nayê. Destûr nayê dayîn ku ne malbata wî ne jî parêzerên wî hevdîtinê pê re bikin û hemû mafên ragihandinê bi hincetên cuda tê desteserkirin. Em ji jiyana Rêberê xwe bi fikar in. Em bang li CPT û NY’ê dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Rêberê me jiyana me ye, divê her kes bizane em ê ji bo parastina jiyana xwe çi pêwîst bike bikin. “