Xwepêşandanên li Romanyayê duh bi şev jî dewam kirin

Li Romanyayê, tevî ku hikûmet ji biryarnameya xwe ya 'qanûnîkirina' nelirêtiyê vegeriya jî, gel ji kolanan dernakeve.

Bi deh hezaran kes li paytext Bukreşê û li gelek bajaran li hev civiyan û xwestin hikûmet îstifa bike. Alîgirên hikûmetê jî banga îstifaya Serokkomar dike.

Di dawiya meha Çileyê de, ji ber biryarnameya hikûmetê ya bi serkêşiya Sorîn Grîndeanû yê sosyal demokrat, bi hinceta ku wê 'nelirêtî qanûnî bibe' xwepêşandanan dest pê kiribûn. Piştî ku bi sed hezaran kes daketin kolanan, pêşnûme hat vekişandin û Wezîrê Edaletê jî îstifa kir.

Lê belê xwepêşandanên li dijî hikûmetê hê dewam dikin. Duh êvarê li paytext Bukreşê û gelek bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin û daxwaza îstifaya hikûmetê hat kirin.

Li paytext Bukreşê 50 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn. Li gorî hefteya bihurî ku 500 hezar kes daketin kolanan, tevlîbûna vê çalakiyê gelekî kêm bûye.

Li aliyê din, alîgirên hikûmetê jî dixwazin Serokkomar Klaûs Lohannîs ê ku destekê dide xwepêşandanan, îstifa bike.