Mûxafazakarên li Brîtanyayê dibe ku dengê herî bilind ê 65 salên dawî bi dest bixin

Serokwezîra Brîtanya Mezin Therea May, ku piştî destpêkirina danûstandinên derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê biryara hilbijartina giştî ya pêşwext da, dibe ku partiya wê xwe bigihîne rêjeya ji sedî 50 ê dengan.

Li gorî anketa ComRes a li The Sûnday Mîrrorê hate weşandin, rêjeya dengan a Partiya Mûxafazakar (Torîes) a bi serkêşiya Serokwezîr Theresa May, ji sedî 50 ye. Eger ev encamên anketê piştrast bibe, wê Partiya Mûxafazakar xwe bigihîne rêjeya herî bilind a dengê xwe ya ji sala 1951'ê û vir ve.

Di heman anketê de, rêjeya dengê Partiya Karker (Laboûr) a li mûxalefeta navendî ji sedî 25, rêjeya dengê Demokratên Lîberan jî ji sedî 11 xuya dike.

Li gorî anketa ComResê wê partiya Serokwezîr May, du ji sê parên 650 kursiyên li Kamara Avamê bi dest bixe. Bi vî rengî wê rekora Partiya Karker a sala 1997'an a bi pêşengiya Tony Blaîr were şikandin, ku hingî Partiya Karker 418 kursî bi dest xistibû.

Li Brîtanya Mezin, di referandûma Hezîrana 2016'an de ji sedî 52 ê dengdêran biryar da bû ku ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve. Serokwezîr Theresa May, ku serlêdana derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê di meha Adarê de kir, roja Sêşema bihurî jî biryara pêkhatina hilbijartina pêşwext da bû.