Li reaktoreke nukleerî ya Fransayê teqînekê rû da

Li Santrala Nukleerî Flamanvîlle ya li bakurrojavayê Fransayê, îro saet di 10'an de teqînekê rû da.

Li gorî çapemeniya herêmî, li santrala nukleerî ya ji kapasîteya 1.3 gîgawattê ya li herêma Flamanvîlleyê, saet di 10'an de teqînekê rû da. Tê gotin, ji ber teqînê hin kes birîndar bûne.

Rayedaran dan xuyakirin, ku xeteriya jiberçûna madeyên nukleerî piştî teqînê nîne. Gelek ambûlans û ekîbên arkujiyê berê xwe dan cihê teqînê.

Li ser sedema teqînê, rayedarên santralê hê ti daxuyanî nedane.

Li Santrala Nukleerî ya Flamanvîlleyê, ku di sala 1986'an de hat avakirin, reaktoreke din di sala 1987'an de hatibû vekirin. Li hundirê vê santralê reaktora sêyemîn jî tê çêkirin û ev reaktor di sala 2018'an de biqede.