Li peravên Lîbyayê 730 penaber hatin rizgarkirin

Li herêma navbera Lîbya û Îtalyayê, di 7 operasyonên cuda de 730 penaber hatin rizgarkirin, ku jin û zarok jî di nava wan de hene.

Li gorî agahiyên ji aliyê Yekîneya Ewlekariya Peravan a Îtalyayê Gûardîa Costîera û saziya alîkariyê ya bi navê SOS Mêdîterranêe ve hatin dayîn, heta duh danê êvarê 7 komên cuda yên penaberan hatine rizgarkirin.

Ji penaberên ji aliyê SOS Mêdîterranêe ve hatin rizgarkirn, 75 jê welatiyên Bangladeşê ne. 320 penaberên din ên ji aliyê vê saziyê ve hatin rizgarkirin, ji welatên Afrîkayê hatine.

Penaberên din jî ji aliyê Gûerdîa Costîera ve li Derya Spî hatin rizgarkirin.

Ji sala 2011'an dema hilweşandina Mûammer Kaddafî û vir ve li Lîbyayê şer û rewşa ne aram dewam dike. Lîbya weke cihê destpêkê yê rêwîtiya penaberan a ber bi Îtalyayê ve tê zanîn. Di sala 2016'an de 5 hezar penaberên xwestin 300 kîlometreyên navbera van her du welatan bi bot û keştiyan derbas bikin, jiyana xwe ji dest da bûn.