Ji Lîbyayê pêleke mezin a koçberan tê payîn

Hejmara koçberên di ser Derya Spî re ji Lîbyayê berê xwe dan welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), di sala 2016'an de gihîşt asta rekoê. Tê payîn îsal pêleke mezintir a koçberan bê.

Dîrektorê Ajansa Parastina Sînorên Ewropayê (Frontex) Fabrîce Leggerî diyar kir, hejmara penaberên heta dawiya vê salê ji Lîbyayê bên, wê gelekî zêde be.

Leggerî bibîr xist, di sala 2016'an de 181 hezar penaber ji Lîbyayê xwe gihandin welatên Yekîtiya Ewropayê û anî ziman, ev yek li gorî sala 2015'an tê wê wateyê, ku ji sedî 17 zêde bûye.

Leggerî da zanîn, di navbera salên 2014-2016'an de 1,6 mîlyon koçber di ser Derya Ege û Derya Spî re derbasî nava Yekîtiya Ewropayê bûne û anî ziman, ku weke karê destpêkê lazime piştgirî ji Îtalyayê re bê dayîn.

Rayedarên Yekîtiya Ewropayê di wê baweriyê de ne, ku piraniya koçberên di ser Derya Spî re tên, wê nebin xwedî statuya penaberiyê. Tê gotin, du ji sê parên penaberên li welatên Yekîtiyê biryara dersînorkirina wan hatiye dayîn, hatine dersînorkirin.

Dîrektorê Frontexê Leggerî da zanîn, 176 hezar ji 305 hezar koçberên di sala 2016'an de biryara dersînorkirina wan hat dayîn, ji welatê wan an jî welatekî sêyemîn re hatine şandin. Ev yek jî nîşan dide ku biryara dersînorkirinê ji sedî 58 bi cih tê anîn.