Ji ber baran û lêhiya zêde li Nîjeryayê 70 kes mirin

Ji ber baran û lêhiya ji meha Hezîranê û vir ve li Nîjeryayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihişte 70’ê; 200 hezar kes jî jê bandor bûne.

Nîjerya ya ku xwedî avhewaeyek zuha ye, ji meha Hezîranê û vir ve baran bi dijwarî dibare.

Konseya Wezîran daxuyaniyek da û hejmara kesên ji ber baranê jiyana xwe ji dest dane, weke 70’ê eşkere kir. Li gorî bîlançoya navîna Tebaxê hate dayîn 64 kes miribûn, 69 hezar û 515 hezar kes jî jê bandor bûbûn.

Li gorî bîlançoya nû 206 hezar û 457 kes û 25 hezar û 888 malbat ji baranê bandor bûne.

Ji ber barîn û lêhiya rabûyeî 14 hezar û 800 mal hilweşiyane yan jî ziyan berketine. Dîsa rê xirabûn, zirar gihiştin zeviyên çandiniyê.

Ji ber lêhiya 2020’ê 72 kes miribûn, 2,2 milyon kes jî mexdûr bûbûn, rê li ber krîza mirovî vebiribû. Sala 2019’an jî 57 kes miribûn.