HPG: Derbe li helîkoptereke Skorsky hate xistin

HPG’ê got: “25’ê Nîsanê di saet 22.00’an de hêzên me li helîkoptera ku dixwest li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi cih bibe, xist û derb li helîkoptera Skorsky hate xistin.”

DAXUYANIYA HPG’Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

25’ê Nîsanê di saet 16.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

Li herêma Metîna;

25’ê Nîsanê di saet 22.00’an de hêzên me li helîkoptera ku dixwest li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi cih bibe, xist û derb li helîkoptera Skorsky hate xistin. Helîkoptera ku derb xwarî, neçar ma ji qadê dûrkeve.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

26’ê Nîsanê Qada Berxwedanê, Dergelê, Şêlazê û Bêşîlî ya herêma Metînayê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, qada Lolan, Sinînê û Berdesor a herêma Xakurkê 8 caran, bi giştî; 14 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

25 û 27’ê Nîsanê Qadên Berxwedanê ya Şêlazê, Qesrokê, Golka û Girê Çarçelê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”