Hikûmetên federal û eyaletan ên Elmanyayê li ser dersînorkirinê li hev kirin

Piştî ku hejmara serlêdanên penaberiyê yên ji sala 2015'an û vir ve li Elmanyayê hatin kirin mîlyonek derbas kir, ji bo lezandina dersînorkirina koçberên ku mafê mayînê ji wan re nehatiye dayîn, hewldan hatin destpêkirin.

Hikûmetê eyaletan piştgiriyê didin plana lezandina karê dersînorkirinê, ku ji aliyê hikûmeta federal ve hatiye amadekirin.

Piştî hevdîtina duh a Serokwezîr Angela Merkel bi Serokwezîrên 16 eyaletan re kir, hat ragihandin ku plana lezandina karê dersînorkirinê hatiye qebûlkirin. Hikûmetê pêşniyar kir, ku dersînorkirin bi rêya navendek di asta federal de bê kirin û eyaletan jî piştgirî dan vê pêşniyarê.

Li gorî planê, bi navenda dersînorkirinê ya li bajarê Potsdamê re, tê plankirin ku karê dersînorkirinê bê lezandin.

Tê îdîakirin, ku dersînorkirinên beriya niha ji aliyê eyaletan ve dihatin kirin, wê bi saya vê yekê zûtir bên kirin.

Par 280 hezar, di sala 2015'an de jî 890 hezar penaber hatibûn Elmanyayê. Di meha Çileyê de ev hejmar daket 14 hezar 400 kesî. Tê payîn ku bi deh hezaran penaberên di salên bihurî de hatine, lê serlêdana wan hatiye redkirin, bên dersînorkirin.