Gerîlayên YJA Starê dagirkerek ceza kirin, çeperek îmha kirin

Di çalakiyên gerîlayên YJA Starê yên li Zapê de, leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin û çeperek jî hate îmhakirin.

DAXUYANIYA HPG’Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kirin:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

9’ê Nîsanê di saet 16.35’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

15’ê Nîsanê di saet 12.10’an de bi çekên nîv otomatîk mudaxeleyî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate kirin.

18’ê Nîsanê di saet 14.50’an de bi çekên nîv otomatîk mudaxeleyî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate kirin.

17’ê Nîsanê di saet 18.10’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û çeperek hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

17’ê Nîsanê mudaxeleyî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Girê FM çeper çêbikin, hate kirin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

9, 13 û 15’ê Nîsanê tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê bi drona bombebarkirî, hatin bombebarankirin. Di heman demê de tekel dan ber agir û hewl dan berê dûya wê ya bi jehr bidin tunelên şer.

16 û 17’ê Nîsanê tunelên me yên şer ên li li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombebarankirin.

16’ê Nîsanê qada Şêlazê ya herêma Metînayê carekê bi drona bombebarkirî hate bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

Di navbera 12-18’ê Nîsanê de qada Çemrobotkî, Girê Reşît, Girê Sîser, Deşta Kafya, Gûzê, Kanîsarkê û Dêreşê ya herêma Garê 16 caran, qada Şêlazê, Serê Metîna, Beşîlî, Dergelê, Bazê û Bêşîlî ya herêma Metînayê 15 caran, qada Girê Cûdî, Girê Bahar, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 22 caran, Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê carekê, qada Girê Berbizina, Şehîd Hawar, Girê Şehîd Hêmin û Goşînê ya herêma Xakurkê 10 caran, Qada Zergelê û Kortek a herêma Qendîl 2 caran, bi giştî; 66 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

18’ê Nîsanê qada Lolan a herêma Xakurkê û qada Girê Şehîd Azad a herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”