FARC'ê fermana agirbestê da gerîlayên xwe

Peymana aştiyê ya navbera gerîlayên FARC'ê û hikûmeta Kolombiyayê, wê di referandûma 2'ê Cotmehê de pêşkêşî gel bê kirin. Fermandarê gerîla Tîmoleon Jîmênez jî ferman da hemû gerîlayan ku li gorî agirbestê tevbigerin.

Serokdewlet Jûan Manûel Santos bang li gel kir ku dengê erê bide 'aştiyê'. Lê pêşawerê wî Alvaro Ûrîbe jî propaganda xwe ya ji bo dengê 'na' didomîne.

Di 24'ê Tebaxê de, di navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û hikûmetê de peymana agirbestê hatibû îmzekirin û agirbesta dualî duh bi rengekî fermî ketibû meriyetê. Tê payîn, FARC di 13-19'ê Îlonê de konferanseke neteweyî lidar bixe û vê peymanê di konferansê de pêşkêşî dengdanê bike. Peyman wê di 2'ê Cotmehê de jî pêşkêşî referandûmê were kirin.

Beriya referandûmê, peymana ji 297 rûpelan divê ji aliyê lîderê FARC'ê Tîmoleon Jîmênez û Serokdewlet Jûan Manûnel Santos ve were îmzekirin.

FERMANDARÊ FARC'Ê FERMAN DA GERÎLAYAN JI BO LI GORÎ AGIRBESTÊ TEVBIGERIN

Fermandarê FARC'ê Tîmoleon Jîmênez li paytexta Kuba Havanayê daxuyaniyek da û ji hemû gerîlayan xwest, ku li gorî agirbestê tevbigerin. Jîmênez xwest, bi her awayî 'dijminatiya' li hêzên ewlekariyê were qedandin.

SANTOS BANG LI GEL KIR KU DENGÊ 'ERÊ' BI KAR BÎNE

Daxuyaniyeke din a li ser peymana aştiyê ji Serokdewlet Jûan Manûnel Santos hat. Santos bang li gel kir ku li siberoja welêt bifikire û di referandûmê de dengê 'erê' bi kar bîne. Santos da xuyakirin, ku dewamkirina şerê navxweyî yê 52 salan, ne tiştekî aqilane ye. Santos diyar kir, divê welatê wan ji birînên şer rizgar bibe.

Santos ji rojnameya El Espectador re axivî û destnîşan kir, ku erêkirina peymanê ji aliyê gel ve di heman demê de tê wateya 'dayîna erkê ji bo hikûmetê dema pêş'.

Tê gotin ev gotinên Santos li dijî Serokdewletê berê Alvaro Ûrîbe yê li dijî peymana aştiyê derdikeve, hatiye bilêvkirin. Ûrîbe, piştî ku peyman hat îmzekirin dest bi kampanyayê kir ku di referandûmê de dengê 'na' were bikaranîn.

Di referandûma 2'ê Cotmehê de, ji bo ev peyman bikeve meriyetê, divê li Kolombiyaya ji 34 mîlyon kesî, zêdeyî nîvê 8,8 mîlyon hilbijêr, peymanê erê bike. Eger tevlîbûna li referandûmê kêm be, wê biryara ji sedî 13 ê hilbijêrên beşdar derbas bibe.