BI DÎMEN

TEV-ÇAND'ê konferansa xwe ya 5. lidar xist

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ya Ewropayê konferansa xwe ya 5. li bajarê Elmanya Kolnê lidar xist.

Zêdeyî 100 hunermend û mêvanên ji gelek welatên Ewropayê beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de meclîs û hevserokên nû hatin hilbijartin.

Konferansa TEV-ÇAND'ê ya bi şiyara "Têkoşîna Xweseriyê Parastina Çand û Hunera me ye" hat lidarxistin û piştî du rojan bi dawî bû. Di konferansê de polîtîkaya talanê û komkujiyên AKP li hemberî gelê Kurd û bajarên Kurdan dike, bi tundî hatin rexnekirin. Di nîqaşên li konferansê de hat destnîşankirin, ku hunermendên Kurd li hemberî vê wehşeta tê kirin, bi têrkerî rola xwe nelîstin e.

Biryar hat dayîn li hemû welatên Kurd lê dijîn xebatên meclîsên çand-hunerê werin xurtkirin, giranî ji karên şano, govend û dengbêjiyê re were dayîn û ji bo welatiyên ji Rojava ji neçarî koçî welatên Ewropayê kirin e tevlî karê çand-hunerê bên kirin, xebateke taybet were meşandin. Di konferansê de di bin navê 5 serenavên bingehîn de biryarên nû hatin wergirtin û plansaziyek hat amadekirin.

Di konferansê de, nuqteyeke din a hunermendan rexne lê kirin, rêbaza 'popularîzm û ezezîtî' bû. Hunermendan gotin, "Erka hunermendan ew e ku bi gel re bibe yek û li hemberî çanda welatên rojava, çanda Kurdî derxînin pêş" û destnîşankirin, ku divê li hemberî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk esas were girtin.

Hunermendan her wiha nerazîbûneke tund nîşanî rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê dan û bang li AKP'ê kirin, ku hurmetê nîşanî vîna gel bide.

Piştî nîqaşan, ji bo destnîşankirina meclîsa nû û hevserokan, hilbijartin hat kirin. Di encama dengdanê de Meclîsa TEV-ÇAND a Ewropayê ya ji 43 kesan hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiya wê jî Şeyda Qawamî ya ji Rojhilatê Kurdistanê û Cewat Merwanî hatin hilbijartin.

Di konferansa TEV-ÇAND'ê de ji bo xebatên rêxistinkirin, perwerde, şano û çand-hunerê plansaziyeke nû hat amadekirin. Di konferansê de her wiha xalên xebatê yên li ser bingeha paradîgmaya azadîparêz, demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendîparêz a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi piraniya dengan hatin qebûlkirin.

Ji beşdarên konferansê Hozan Peywan, Hozan Nûarîn û mamosteyê Kurdî Bawercan Karakaş ji ANF'ê re axivîn.

Nûarîn: Konferans di demeke dîrokî de tê lidarxistn. Ji ber ku niha li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û gelek bajarên Kurdistanê berxwedaneke dîrokî heye. Di nava vê berxwedana dîrokî de em konferansa xwe pêk tînin. Em vê konferansê diyarî wan dikin. Di vê demê de, ji bo em bi gelê xwe re bibin yek, çi ji destê me hunermendan bê em ê wê bikin.

Hozan Peywan: Ev 2 roj in konferansa me dewam dike. Berxwedana li Kurdistanê bandorê li karên çand û hunerê jî dike. Weke hunermendên Kurd em ê li hemberî komkujiyên li Kurdistanê rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin. Bi vê konferansê ve em ê bi ruhekî nû, bi pêngaveke nû meşa xwe bidomînin.

Mamoste Bawercan Karakaş: Ez nîqaşên îro tên kirin erênî dibînim. Bi vê konferansê ve em ê bibin xwedî firsend ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkên me. Ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî, li Awûstûryayê hem li dibistanên fermî, hem jî li komeleyên xwe em hewl didin bigihînin zarokên xwe. Piştî vê konferansê divê her kes bi erka pêşengiyê rabin û tevlî kar bibin.

...