Mîhrîcana Kesk a Zozanan cara 7’emîn dê bêje’haydê mîhrîcanê’

Mîhrîcana Kesk a Zozanan cara 7’emîn dê bêje’haydê mîhrîcanê’

7’emîn Mîhrîcana hawirdor, huner û çand Kesk a Zozanan, ku hersal wek kevneşopiyeke ji aliyê Komelaye Ekolojî, Hawirdor, Çand û Hunerê ya Gola (Gola-Der) ve tê organîzekirin. Îsal di navbera 31’ê Tebax û 1-2’ê Îlonê de, li gundên Lome û Cennetê yên ku girêdeyê navçeyên Arhavî ya Artvîn û Findikliya Rîzeyê di bin çiyayên Kaçkarê de bi pêşgotina’Ku bêjim sêv derkeve, heke bêjim biyok dernekeve !Sêv’tê lidarxistin.

BINGEHA MÎHRÎCANA ÎSAL FÊKÝYÊN HERÊMÎN E

Mîhrîcana hawirdor, huner û çand Kesk a Zozanan ku li herêma rojhilata Derya Reş wek mîhrîcaneke alternatîfe. Hersal bi taybetmendiyeke ji herêma Derya Reş tê lidarxistin. Di çarçoveya projeya fêkiyên hêremiyên rojhilata Derya Reş bên parastin û jiyandin. Bingeha mîhrîcana îsal jî’Fêkiyên Herêmî’hatiye amadekirin. Di vê çarçoveyê de, di mîhrîcanê de li ser xwezaya fêkiyên herêmî gelek çalakî hene.

DENGÊ JINAN BILIND DIBE

Di mîhrîcanê de hersal çalakiya bi navê ‘Dika Jinên Derya Reş’ku jinên herêma Derya Reş û Qafkasyayê tîne cem hev. Îsal jî hunermenda navdar ya Makedonî Bajsa Arifovska tevlî dibe. Ji Kardeş Türküler Fehmiye Çelîk û hunermenda perskusyonê Duygu Aydin bi Arîfovska re derkevin ser dikê. Di beşa dika Tirkiyê de jî hunermendên wek Mîne Kalayci, Güler Topaloðlu û hunermenda kemençê Îlknur Yakupoðlu dê stranên xwe bisitrînin.

HOSTAYÊN MUZÎKA YEWNAN TEVLÎ MÎHRÎCANÊ DIBIN

Di mihrîcana îsal de jî gelek hunermend û kom tevlî dibin. Yek ji wan jî hostayê navên muzîka yewnan û cîhanên e. Trîoa Ross Daly, Kelly Thoma û Periklis Papapetropulus. Birol Topaloðlu ku yek ji nunerê hunera Laz e bi herem û cihanê dide naskirin. Wekî din ji gelek hunermend û horonên ji herêmê jî bi huner û dengên xwe tevlî mîhrîcanê dibin. Di mîhrîcanê de di gelek beşên bi cûr ber cûr atolye jî hene. Kesên ku bixwazên di derbarê mîhrîcanê de agahiyên berfireh bigrin. Karên ji malperên yaylafest. org û golader. org hîn bibin.