Li welatê Baskê nîşandana Fîlmên Kurd

Di çarçoveya organîzasyona Nîşandana Fîlmên Kurd a li bajarê Bîlbao de, ku ji aliyê Komeleya Dostaniya Bask-Kurdan ve hat lidarxistin, gelek fîlmên li ser Kurd û Kurdistanê hatin nîşandan.

Di çarçoveya organîzasyona Nîşandana Fîlmên Kurd a li bajarê Bîlbao de, ku ji aliyê Komeleya Dostaniya Bask-Kurdan ve hat lidarxistin, gelek fîlmên li ser Kurd û Kurdistanê hatin nîşandan.

Çalakî di navbera 14-18'ê Kanûnê de hat lidarxistin. Di roja destpêkê de fîlmê bi navê 'Kobane, volver a empazar (Kobanê, destpêka vegerê)' yê ji aliyê Rîcard Garcîa Vîlanova û Lûîs Mîqûel HÛrtado ve hat amade kirin, hat nîşandan. Di roja duyemîn de fîlmê 'Min Dît' ê Mîraz Beraz û di roja sêyemîn de jî fîlmê 'My Sweet Pepperland (Diyarê min ê Îsota Şîrîn) ê Hîner Salem hatin nîşandan.

Roja Pêncşemê jî fîlmê 'Dema Hespên Serxweş) ê Bahman Ghobadî, roja Înê fîlmê 'Only the deads come back home (Bi tenê mirî vedigerin malê)' yê derhênera Awûstûryayî Tîna Leîsch, hat nîşandan. Tîna Leîsch bi xwe di nîşandana fîlm de amade bû û agahî da temaşekeran.

Fîlmê Tîna Leîsch di heman demê de roja Şemiyê li bajarê Getxo û li bajarê Hernanî ku bi Şemzînanê re bira ne, hat nîşandan.

Di daxuyaniya Komeleya Dostaniyê ya Bask-Kurdan de hat ragihandin ku li welatê Baskê û Spanyayê cara yekê ye di bin navê Nîşandana Fîlmên Kurd de organîzasyonek hatiye lidarxistin. Hat destnîşankirin, ku ev organîzasyonê bi baldarî hatiye şopandin.

...