8'emîn Mîhrîcana Berxbirê destpê dike

8'emîn Mîhrîcana Berxbirê destpê dike

8'emîn Mihrîcana Zozan û Çand Hunerê ya Berxbirê ya li navçeya Elkê bûye wekî kevneşopiyekê li gel hemû astengiyan dê di 6'ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Mihrîcan dê dîsa wekî her sal li kontarê çiyayê Katoyê û Zozanê Laleşê pêk bê. Mihrîcan dê 3 rojan bidome. Walîtiyê destûr neda ku maşîneyên kar biçe herêmê qadê rast bike.

8'emîn Mihrîcana Zozan û Çand Hunerê ya Berxbirê ku wekî hevneşopiyekê pêk tê, di 6'ê Tîrmehê de dest pê dike. Mihrîcana ku 3 rojan pêk bê, dê li kontara Çiyayê Kato û Zozanê Laleşê pêk bê. Mihrîcan dê di 6'ê Tîrmehê de li qada ku her sal operasyonên leşkerî pêk tê bê lidarxistin û bi hezaran kes beşdar bibin. Mihricana ku di sala 8'an de bê lidarxistin rastî astengiya Walîtiya Şirnexê hat. Şaredariya Elkê ji bo ji hezaran kesan re cihê mihrîcanê çêke xwest maşîneyên kar bişîne qada mihrîcane, lê maşîneyên şaredariyê ji aliyê walîtiyê ve hate astengkirin.

Walîtiya Şirnexê bi hinceta derketina maşîneyên kar qedexe ye destûr neda ku maşîneyên şaredariyê biçin qada mihrîcanê. Maşîneyên şaredariyê 3 rojin li qada leşkerî tên rawestandin û destûr nayê dayîn ku maşîne biçin li qada mihrîcanê amadekariyê bikin. Şaredarê Elkê Yusuf Temel, her çend ji bo mihrîcan pêk bê ketiye nava hewldanan jî heta niha tu encam bi dest nexistiye. Temel ku heta niha bi Qeymeqamê Elkê re hevdîtin pêk anî jî dîsa tu encam bi dest nexist. Ji ber ku rayedarên dewletê destûr neda ku maşîne biçin herêma mihrîcanê xebatên li herêmê bi destan hate destpêkirin.

Piştî leşkeriyê destûr neda maşîne bikevin qada mihricanê û hewldanên şaredar bê encam man, welatiyan bi derfetên xwe, bi bêr, tevir û biviran dest bi paqijiya qada mihrîcanê kirin. Welatiyan ji niha de kon vekirin û bi bêr û biviran xebatên xwe dimeşînin. Mihrîcana ku di 6'e tîrmehê de pêk bê bernameya wê wiha ye:

* 6 Tîrmeh

Meşa Mihrîcanê, Pêşbirga Voleybolê û konsera vekirinê: Koma Xweza, Koma Laleş, Koma Dengê Mîtannî

* 7 Tîrmeh

Pêşandana Folklorê (Koma Şaredariya Elkê), Lîstikên herêmî, Pêşbirga birîna berxan, Pêşbirga mast û penêr, Lîstikên spora herêmî, Pêşbirga Voleybolê, Koma Dengbêjên Elkê, Pêşandana şanoyê û Konser: Koma Sorxwin, Koma Dengê Amara, Şahe Bedo

* 8 Tîrmeh

Pêşbirga Voleybolê, Lîstikên herêmî yê Elkê, Torena xelatan, Pêşandana Şanoyê ya Cizrê û Konser: Koma Niştiman, Hozan Comerd, Serhado