BI DÎMEN

PÎK: Rabûna li ber dagirkeriyê li ser Kurdan ferz e

Serokê Giştî yê PÎK'ê Hîkmet Serbilind anî ziman ku rabûna li ber êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Metînayê û nîşandana helwestê ji bo Kurdan ferz e.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Serokê Giştî yê PÎK'ê Hîkmet Serbilind anî ziman ku partiyên li ber dagirkeriya Tirk ranabin û tevlî vê dagirkeriyê dibin wê li pêşberî dîrokê hesab bidin.

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku armanca esasî ya planên dagirkeriyê yên nû yên dewleta Tirk têkbirina statuya Başûrê Kurdistanê ye. Serbilind destnîşan kir ku helwesteke hevpar a partiyên siyasî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê di asta dîrokî de girîng e û got, partiyên ku li ber vê planê ranabin û tevlî wê dibin wê li pêşberî dîrokê hesab bidin.

DIXWAZIN STATUYÊ TINE BIKIN

Serbilind ragihand, desthilatdariya AKP-MHP'ê bi têkçûna di hilbijartinê de gelekî tengav bûye, ji bo bandora vê yekê kêm bike pêwîstiya xwe bi afirandina pêleke nû ya şoven heye û got, "Li aliyê din destketî û siyaseta gelê Kurd her roj hîn bêhtir xurt dibe. Ji bo tinekirina destketiyên Kurdan dest ji planên dagirkeriyê bernadin. Bi gelek dewletan re hevdîtinan dikin. Bi hikumetên Iraq û Kurdistanê ya Federe re jî li ser vê bingehê hevdîtin û bazarê dikin. Gelê Kurd li dijî vê yekê divê bi feraseta neteweyî û misogerkirina yekîtiya neteweyî tevbigere. Rabûna li ber vê dewleta dagirker û nîşandana helwestê li ser Kurdan hemûyan ferz e. Dewleta Tirk ne tenê êrîşî PKK'ê dike. Ne tenê êrîşî Başûr dike. Armanca bingehîn a dewleta Tirk tinekirina destketiyên li Başûr e, têkbirina tevahiya gelê Kurd e. Dixwazin statuya li Başûr ji holê rakin."

HEDEFA DEWLETA TIRK KURD HEMÛ NE

Serbilind anî ziman ku dewleta Tirk destketiyên Kurdan ji bo mayindebûna xwe weke xetereyê dibîne û got, "Lewma jî cudahiyê naxe navbera partî yan jî herêman. Êrîşî Kurdan hemûyan dike. Eger li hemberî van êrîşan weke partiyên Kurd em helwesteke hevpar nîşan nedin em ê li pêşberî dîrokê hesabekî mezin bidin. Partiyên Kurd li ku devera cîhanê dibin bila bibin divê dîplomasiyeke hevpar bimeşînin. Ev êrîşên dagirkeriyê ne tenê li dijî PKK'ê ye, bila kes xwe şaş neke. Hedef destketiyên Kurdan hemû ne. Kîjan hêz û partî li hemberî van êrîşên dairkeriyê bêdeng bimîne wê li pêşberî dÎrokê berpirsyar be. Gelê Kurd di sedsala 21'ê de bi hêz û bi rêxistin e. Dewleta Tirk baş bi vê zane. Rabûna bi ruhê neteweyî wê gelê me bi ser bixîne."