Operasyonên şoreşgerî bersiva gerîla ye

Gerîla piştî guherîn û veguherîna li ser bingeha jinûve avabûnê pêk anî, bandora neyînî ya demsalê jî li ser hunera xwe ya çalakiyê rakir.

Ji bo fêhmkirina encamên êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, têrê nake ku mirov tenê bala xwe bidin ser bûyerên vê demê. Bi taybetî divê mirov asta şer a 8 salên dawî û hêmanên vî şerî bi rengekî rast şîrove bikin.

Erdogan bi taybetî ji sala 2015'an û pê ve artêş, siyaset û saziyên dewletê hemû xist bin kontrola xwe û li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd dest bi êrîşeke qirkirinê ya topyekûn kir. Bi konsepta îmhayê re ku navê 'Plana Têkbirinê' lê kir, mîna li Bakurê Kurdistanê li Rojava û Başûr jî dest bi êrîşên dagirkeriyê kir, raya giştî jî bi rengekî welê dîzayn kir ku bê şert û merc piştgiriyê bide vê yekê û li encamên wê nepirse. Tevî ku artêş bi temamî ber bi aliyê xwe ve kişand, çeteyên xwe jî lê zêde kir.

GERÎLA NE TENÊ ZIVISTANÊ LÊ XIST

Niha hinek radibin bi rengekî matmayî dibêjin 'Çawa dibe ku gerîlayên ewqasî êrîş li wan tê kirin di nava zivistanê de çalakî û operasyonên ewqasî mezin dikin' û gilî û gazinan dikin. Mîna ku gerîla tenê dikare zivistanê çalakiyan bike. Tenê di navbera Tîrmeh-Cotmeha derbasbûyî de hezar û 108 çalakiyên berfireh hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de ku di kategoriyên cuda de hatin kirin, bi sedan leşkerên Tirk hatin kuştin, ewqas jî birîndar bûn. Yek ji van operasyonên şoreşgerî jî havînê hate kirin, yanî meha Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hate kirin. Li vê derê bi dehan leşker hatin kuştin. Çalakiyên gerîla hemû di rewşeke welê de hate kirin ku bi dehan balafirên leşkerê li ser leşkeran digeriyan. Wê demê mesele ne tenê ew e ku zivistan be, yan jî hewa bi baran û mij be.

DOKTRÎNA ŞER A GERÎLA

Meseleya esasî doktrîna şer a Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê ye. Di çarçoveya vê doktrînê de asta têkoşînê û performansa şer a gerîla hemû têgihişt ser û bin kiriye. Li gel vê yekê em li pratîka artêşa Tirk a dagirker a nava salê binihêrin. Her ku artêşa Tirk êrîş kir, gerîla hîn bêhtir xurt bû û profesyonel bû. Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîlayên wê pêwîstiyên şer û serdemê di dem û cihê xwe de bi rengê herî rast nirxandin, bêyî ku ji sekna xwe ya bi pîvan tawîzê bide xwe guhert. Li ser bingeha fikrê gerîlatiya modernîteya demokratîk a Rêber Apo asteke nû ya têkoşînê afirand ku ev ast wê girîngiya çalakî û operasyonên şoreşgerî yên têne kirin bi me bide fêhmkirin.

GERÎLA HER TIM LI HER DERÊ YE

Rejîma Erdogan ku fêhm kir li Bakurê Kurdistanê nikare gerîla tasfiye bike, stratejiya xwe guhert. Ev stratejî jî êrîşa topyekûn a li ser qadên gerîla bû. Dewleta Tirk ji xwe re kir esas ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berfireh û mayinde bike. Bi taybetî li Xakurkê û piştre bi Heftanînê dewam kir. Artêşa Tirk bi plana êrîşa giştî li van herdu herêman kete nava liv û tevgerê û windahiyên gelekî giran da. Çalakiyên gerîla yên li qadê artêşa Tirk ji hal xist. Yekîneyên Tirk hewl da ku li van herêman li ser girên stratejîk bi cih bibe, kontrolê bi dest bixe, lê li herêman çikiya. Ji ber ku ji bo gerîlayên bi tevger, bûn hedefeke di cih de. Tevî ku çekên giran û ji bejahî ve jî hin wesayitên zirxî li hin deveran bi cih kir jî timî derb xwar. Hesabê wê yekê nekir ku gerîla her tim li her derê ye. Bêguman nekarî vê ji raya giştî re eşkere bike. Îdîa kirin ku êrîşên dagirkeriyê serketî ne, lê belê heta niha jî li wan herêman derbê dixwe. Ji xwe Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ahmet Rûbar a li Xakurkê nîşaneya vê yekê ye; 27 leşkerên Tirk hatin kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker ji bo karibe leşkerên xwe li wan herêman bihêle, neçar ma ku di asta serdarekî de fermandarekî bi paye ku normal fermandariyê ji navçeyekê re dike, li ser girekî wezîfedar bike. Ji xwe di wê operasyonê de ew serdar bi giranî birîndar bû, aqûbeta wî jî nediyar e.

BÛN HEDEFA LI PÊŞ ÇAVAN

Rejîma Erdogan ji bo karibe stratejiya xwe ya dagirkeriyê bi ser bixîne û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî topyekûn dagir bike, li dû têkçûna mezina  êrîşa li ser Garê ya sala 2021'ê, vê carê jî berê xwe da herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê. Artêşa Tirk di sala 2021'ê de li temamiya Avaşînê û li hin qadên Zap û Metînayê di êrîşa dagirkeriyê de windahiyên gelekî giran da. Leşkerên bi paye jî di nav de bi sedan leşker hatin kuştin, tevî vê yekê jî hejmareke zêde ya windahiyên xwe ji raya giştî veşart. Rêveberiya Erdogan mîna salên beriya niha bi raya giştî re agahî parve nekir. Çarçove û encamên êrîşê eşkere nekir. Yek ji sedemên xwe yên windahiyên giran jî ew bû ku artêş li qadeke gelekî berfireh belav bûbû. Ji ber ku ev qad jî qadeke rast nîne û nikare alîkariyê bi hev re bike, ji bo gerîla bûn hedefeke li pêş çavan.

PIŞTÎ KU ÇAV BERDA TEVAHIYA ZAPÊ

Artêşa Tirk di sala 2022'an de çav berda temamiya Zapê. Bi salan xwe li vê herêmê ceribandibû, lê belê bi dayina windahiyê giran vekişiya bû. Artêşa Tirk ji nişka ve êrîşî her devera Zapê kir, xwest ku gerîla bi rengekî bê amade zevt bike, lê belê rewş berevajî bû. Gerîla li ser bingeha jinûve avabûnê li tunelên şer têkoşîneke dîrokî nîşan da, bi tecrûbeya ji sala beriya wê xwe amade kir û her qad li artêşa Tirk a dagirker veguherand dojehê. Tevî vê yekê bi dehan çalakiyên branşê kir, gelek çek bi rengekî profesyonel bi kar anî. Bi vê rêbaza tîm a gerîla encamên gelekî mezin û bi bandor bi dest xist. Bi vî rengî di encama vê rêbazê de hunera şer û înîsiyatîf kete destê gerîla. Tîmên bi tevger bi qadê re bûn yek, bi temamî xwe kamûfle kirin û li qadê belav bûn. Gerîla bi hêza xwe, bi rêbaza xwe ya şer li qadê serwer bû.

NIKARIN LI CIHÊ BIXWAZIN BI CIH BIBIN

Artêşa Tirk li gel windahiyên giran ên fîzîkî ji aliyê psîkolojîk ve jî şikest. Ferman ji leşkeran re hate dayin ku li gir bi cih bibin, lê belê li hemberî wan hêzeke gerîla ya li cihekî bi cih bûyî tune bû. Ji ber ku gerîla li gorî pîvana li her derê û her cihî tevdigeriya, her roj di her kêliyê de derb li dijmin xistin û çalakiyên bi bandor kirin. Bêguman vê yekê bandoreke giran a psîkolojîk li leşkeran kir. Tevî israra fermandaran jî leşker newêrîn bi ser gerîla de biçin, newêrîn bi ser tunelên şer de biçin, ji ber ku zanîbûn di her gavekê de wê îmha bibin. Ev rewş ji aliyê gerîla ve gelek caran bi dîmenan hate kişandin. Di rewşeke bi vî rengî de bi zivistanê re neçar man ku ji gelek deveran xwe vekişînin, ji ber ku derfet nebû ku li gorî xwe bi cih bibin.

JINÛVE ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ

Artêşa Tirk di sala 2023'an de ji aliyê tatkîkî ve guhertin pêk anî. Vê carê êrîş nebir ser gelek qadan, lê belê li qadên ku neçar ma zivistanê xwe jê vekişîne, bi hêzeke leşkerî ya ji 15 hezar kesî jinûve dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Ev qad jî qadên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bûn. Artêşa dagirker ji ber ku bi girîngiya stratejîk a vê herêmê zane, bi hemû hêza xwe hewl da nuqteyên xwe ava bike û lê bi cih bibe. Bêguman bingeha vê yekê wê bi giranî ji aliyê xiyaneta PDK'ê ve bihata danîn. Ji xwe PDK'ê amadekariya ku li herêma xwe jî nekir li vê herêmê ji bo bicihbûna artêşa Tirk a dagirker kir. Ji bo avakirina baregehên leşkerî, ku li pêş çavan ala Kurdistanê lê li ba bû lê tê de leşkerên Tirk hebûn, bi hemû hêza xwe kar kir. Dema ku pêwîstî pê hebû ji bo leşkerên Tirk nobed girt, her wiha li gel hişyariyên hêzên gerîla jî ji bo dagirkeriyê rê çêkir.

OPERASYONA ŞOREŞGERÎ YA LI GIRÊ AMEDIYÊ

Tevî vê yekê jî artêşa Tirk bi piştgiriya mezin a ji PDK'ê wergirtî bi giranî hewl da li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bibe. Di 12'ê Çileya 2024'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di operasyona şoreşgerî ya berfireh de 61 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Niha em dibînin ku li ser vê operasyonê gelek gotinên cuda têne gotin. Vê operasyona şoreşgerî û yên beriya wê gelek derdor şoq kir, lê belê bandora herî mezin jî li rejîma Erdogan a faşîst kir. Artêşa dagirker ku zêde bi pêş ve hatibû, jê hebû ku dikare bi hêsanî li van qadan bi cih bibe. Halbûkî li van qadan zivistan li wan dibe mîna dojehê. Ne ji bejahî ne jî ji hewayî kes nikare xwe bigihîne wan. Bahoz û mij lê kêm nabe. Tenê gerîla di nava wan şert û mercan de dikare bimîne, ji ber ku gerîla parçeyek ji vê cografyayê ye û têkoşîna xwe jî bi ahengiya bi xwezayê re gihandiye vê astê. Dijmin ev yek ji nedîtî ve hat. Ya rast, yên ku bi vê yekê zanîbûn ew leşker bi zanebûn ji bo mirinê li hemberî gerîla li wê derê hiştin.

DESTHILATDARIYÊ CIVAKA TIRKIYEYÊ DÎL GIRTIYE

Gerîla li ser bingeha jinûve avabûnê xwe guhert û bi tecrûbeya ji şer wergirtî, bandora neyînî ya şert û mercên demsalî yên li ser hunera xwe ya çalakiyê ji holê rakir. Lewma rastiya gerîlatiya modernîteya demokratîk hate afirandin ku di nava her şert û mercî de li ser bingeha xeta fedaîtiyê ya Apoyî dikare têbikoşe. Bêguman ji niha ve encamên gelekî mezin ên van operasyonên şoreşgerî hatine afirandin, lê encamên herî girîng û esasî wê demdirêj be. Sedema vê yekê jî ew e ku rejîma Erdogan a ku hevsengiyên hundirîn û derve, hebûna xwe bi vî şerî ve girê da, li ber hilweşînê ye. Êdî nikare vê têkçûna xwe ya giran a li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêrin. Rejîma Tirk ku di siyaseta herêmê de êdî weke aktorekî li pêş nayê dîtin, mirina leşkeran li ser siyaseta navxweyî weke amûrekê bi kar tîne û ji bo nijadperestiyê sor bike bi hemû hêza xwe dixebite. Erdogan û Bahçelî civak ji bo desthilatdariya xwe dîl girtine. Ev operasyonên şoreşgerî nîşan didin ku ev desthilatdarî û artêşa wê ya dagirker çiqasî genî bûne û bêçare mane.