Doh Hîzbûllah, îro Huda Par!

Hîzbûllah ji dema ava bûye û vir ve bi fermanên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd tundî û sûc kiriye, rêxistineke sûc e. Huda Par jî heman rêxistina bi rengê îro ye. Dewleta Tirk niha bi Huda Parê rêya xwe dewam dike.

ANALÎZ

Îdîaya bingehîn a Îslamîstên Siyasî ew e ku helwesta li dijî dewletên ku îdîa dikin xwedê nas nakin û antî/emperyalîzm, pêwîstiya baweriya wan e. Li gorî vê yekê welatên Rojavayî di destpêka vê sedsalê de li gorî berjewendiyên xwe rê li ber dewletbûnê vekirin û rêveberiya van deveran radestî derdorên laîk ên alîgirê Rojava kirin. Ji ber vê yekê derdorên muxalefetê yên Îslamî pêşniyar dikin ku li cografya Îslamê hemûyî rêveberiyên laîk hilweşînin û rêveberiyeke li ser bingeha şerîatê bixin şûna wan. (Ya rast di nava vê îdîayê de mikurhatinek jî heye.)

Li gorî vê îdîayê, dewletên Îslamê hemû, bi taybetî jî dewletên li Rojhilata Navîn bi temamî bi destê welatên Rojava ava bûne. Welatên mîna Îran û Tirkiye ku xwedî kevneşopiya delwetê ne, qet nebe sînorên xwe li gorî destûra welatên Rojava diyar kirin. Lê belê bi gotina Îslamîstên siyasî; emperyalîzmê yan jî Rojava destûr nedan ku li herêmê Kurdistanek ava bibe. Her wiha heta dema nêz jî li herêmê yên ku li pêşiya azadiya Kurdan bûn asteng ne welatên herêmê bûn, lê belê NATO bû ku tifaqa herî girîng a leşkerî ya van welatên Rojavayî ye.

Burokratên karên derve yên Îngilistan û Fransayê ku di destpêka vê sedsalê de bi taybetî jî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hêza li Rojhilata Navîn bi temamî xistin destê xwe, her wiha malbata ku dixwest dikir dewlet û sînorên wê dewletê jî li ser maseya xwe diyar dikirin, Kurd li derveyî lîstikê hiştin û kirin qurban. Hevkarên herêmî yên ku mîsyona tinehesibandina Kurdan û tinekirina wan ji Îngilistan û Fransayê dewr wergirtin, ev kevneşopî dewam kirin û sed salan zilm li gelê Kurd kirin.

Di rewşa heyî de Îslamîstên siyasî yên qaşo Antî/Rojava, Antî/Emperyalîst in, li dijî Kurdan helwesteke hovane nîşan didin. Bi salan tevî Komara Tirkiyeyê ku qaşo xwe weke dijberê Rojava nîşan dide û saziyên wê yên sûcdar, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd sûc kirin. Bi hemû hêza xwe, xwe spartin Îslama xwe ya sexte û li dijî gelê Kurd çalakiyên li derveyî mirovahiyê kirin.

Kiryarên li dijî mirovahiyê yên ku DAÎŞ'ê li cografya Rojhilata Navîn li dijî Kurdan kir, li tevahiya cîhanê bû sedema nerazîbûneke mezin. Zilma ku li Kurdên Êzidî h ate kirin wê ti carî neyê jibîrkirin. Hinek dibêjin ji ber ku Êzidî ne Misilman in, lewma DAÎŞ'ê êrîşî Kurdên Êzidî kir. Halbûkî DAÎŞ'ê li Dîlokê êrîş bir ser daweta Kurdan, li Enqereyê êrîş bir ser mîtînga HADEP'ê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîş bir ser bajarên Kurdên Misilman. Bi vî rengî eşkere bû ku pirsgirêka xwe ya esasî dijberiya li azadiya Kurdan bû.

Ji xwe DAÎŞ'ê li ser vê bingehê hevkarî bi dewleta Tirk û hemû hêzên paşverû yên dij bi Kurd re kir, di vê çarçoveyê de hêzên ku qaşo xwe welê nîşan didan ku li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin, di ibn de çek û malzemeyên tenduristiyê didan DAÎŞ'ê, birîndarên wan derman dikirin û piştgiriya stragehê didan DAÎŞ'ê. Ev hemû li pêş çavên cîhanê hatin kirin, piştî ku di çapemeniya cîhanê de hate weşandin û kifş bû, piştgiriya ku berê bi eşkere dikirin vê carê neçar man ku bi dizî bikin.

Wê demê kî piştgiriyê dide rêxistinên DAÎŞ, El Nûsra û Hîzbûllahê ku tundiya li dijî Kurdan ji xwe re kiriye karê sereke yê polîtîk û pratîkî. Eger ev rêxistin weke ku îdîa dike Antî/Emperyalîst in, wê demê çima her carê bi hevalbendên herî girîng ên Rojava yên li vê herêmê re dixebitin. Komara Tirkiyeyê ya ku bi laîktiyê pesnê xwe dide, çima hevalbendê herî girîng ê van rêxistiniyên şerîatê ne.

Em vê pirsê bi rengê berevajîkirî bipirsin: Komara Tirkiyeyê ku bi bûyîna welatê destpêkê yê Misilman ê laîk pesnê xwe dide, çima her carê li dijî Kurdan bi derdorên dest bi xwîn ên Îslama siyasî hevkariyê dike?

TÊKILIYÊN TIRKIYEYÊ YÊN BI HÎZBÛLLAHÊ RE

Bi nirxandina têkiliyên Tirkiye/Hîzbûllahê em dikarin bersivê bidin beşek ji van pirsan. Têkildarî mijara Hîzbûllahê tişta herî zêde bala min dikişîne ew e ku hema bibêje temamiya Hîzbûllahê ji Kurdan pêk tê; halbûkî hemû rêxistinên Îslamîst xwedî wê îdîayê ne ku gerdûnî bin. Lê belê Hîzbûllah xwedî îdîayeke bi vî rengî nîne, hebe jî di vê mijarê de hewldaneke xwe nîne. Îzaheke eşkere ya vê rewşa balkêş heye; kê Hîzbûllah ava kiribe û piştre çalak kiribe, wan mirovan hîn ji destpêkê ve ev rêxistin li dijî Kurdan ava kirin û xwestin karê xwe jî tenê Kurd û Kurdistan be.

Kanser ku nexweşiya herî giran a vê demê tê dîtin, gelek cûreyên xwe hîn jî nikare bê tedawîkirin. Nexweşiya ku li cihekî destpê dike piştre li tevahiya beden belav dibe û dawiya dawî dibe sedema mirina nexweş. Doktorên ku demeke dirêj in li ser tedawîkirina nexweşiyê dixebitin, demeke hewl didin kanserê li cihekî bihêlin, yanî nehêlin belav bibe. Her kê Hîzbûllah li Kurdistanê xistibe dewrê, wan jî ji destpêkê ve zanîbûn ku ev rêxistin mîna cûreyekî kanserê ye. Heman mirovan xwestin ku Hîzbûllahê tenê li Kurdistanê bihêlin, bi vî rengî bi rêxistin bikin. Nexwestin ku Hîzbûllah li rojavayê Tirkiyeyê bi bandor bibe û dibe ku hîn ji destpêkê ve di navbera Hîzbûllahê û dewletê de lihevkirineke bi vî rengî hebe.

Derdorên navborî ku temamiya wan di nava Akincilar ên ku yek ji navendên girîng ên Tirk/Îslamperestiyê bû û li nava Mîllî Goruşê kar kirin, bi gotineke din di dema eniya neteweperest de weke hêza lêdanê ya li herêmê ya emperyalîzmê dixebitîn, piştî ku Tevgera Azadiyê li herêmê bû xwedî înîsiyatîf, di bin navê Îslamiya siyasî û dijberiya dewletên laîk û Antî/Emperyalîzmê, lê di bin siya heman dewletê de li dijî welatparêzên Kurd dest bi çalakiyên bê exlaq û bê wijdanî kirin.

Halbûkî di bernameya Hîzbûllahê de guhertina sîstema laîk û avakirina dewleteke li ser bingeha şerîatê heye. Ji bo vê divê çi bê kirin? Bersiva vê pirsê eşkere ye; bi hemû derfetên xwe li dijî saziyên dewleta ku îdîa dike bi vî rengî ye, têkoşîn bê meşandin. Lê belê Hîzbûllahê çi kir? Berevajî vê kir; di salên 1990'î de bi generalên ku di asta herî bilind de laîktî diparastin li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd ê Misilman komkujî kir.

Vê rêxistinê di navbera salên 1990 û 2000'î de li dijî gelê Kurd di asta hovîtiyê de kiryarên li dijî mirovahiyê kir. Ev kiryarên ku hîn jî di bîra civakî de ne, di nava gelê Kurd de bi hêrseke mezin têne bîranîn. Di salên 1990'î de ku gelê Kurd zilma sed salî têk bir û axa mirî ji ser xwe avêt, Hîzbûllah hate bikaranîn û bi vî rengî hewl hate dayin ku rojeva Kurdan bê guhertin, ronakbîriya Kurdan bê rawestandin. Lê belê tevî dewletê û amûra wê Hîzbûllahê jî jin û mêr ên Kurd li ser piyan e, ronakbîriya wan ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bûye çavkaniya sûdwergirtinê.

DEWLETA TIRK XWEST BI RÊYA HÎZBÛLLAHÊ KURDAN BITIRSÎNE, BITEPISÎNE

Ji sala 2002'an û pê ve rêxistinên mîna DAÎŞ û El Qaîdeyê êdî gef li sîstemê bi xwe jî xwarin, li Rojhilata Navîn bi lez belav bûn. Ji bo ev rêxistin bandorê li Tirkiyeyê nekin, Hîzbûllah a ku ji aliyê leşkerî ve hate lawazkirin li qada siyasî weke amûreke ji bo dewletê hate birêxistinkirin û jinûve hate çalakkirin. Bala xwe bidin ser, berê li Kurdistanê di dema têkoşîna xurt a gerîla de dewletê hewl da bi rêya Hîzbûllahê Kurdan rawestîne, bitirsîne û bitepisîne. Niha jî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê têkoşîna siyasî ya Kurdan xurt bûye, partiyên siyasî yên ku Kurd di nav de çalak in ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve bi bandor bûne, di rewşeke bi vî rengî de destekî kûr Huda Par çalak kir. Di dema gelekî krîtîk a Tirkiyeyê de Huda Parê piştgirî da Tifaqa Cûmhûr ku MHP endamê wê yê herî çalak e. Ne tenê piştgirî da, di heman demê de bû parçeyekî çalak ê wê tifaqê.

HUDA PAR AMÛREKE ERZAN A DIJMINÊN KURDAN ÊN SONDXWARÎ YE

Van mirovan çawa ku berê qaşo di nava Eniya Mîllî de bi derdorên hevkarên herêmî yên emperyalîzmê li dijî Kurdan û gelên Tirkiyeyê sûc kirin, niha jî heman tiştî di nava Tifaqa Cûmhûr de dikin. Tevî ku qet ne mafê wan e li herêmê bîranîna bi rûmet a Şêx Seîd bi kar tîne, her roj bi MHP'ê re tevdigere ku dijminê Kurdan e û heqaretê li bîranîna Şêx Seîd dike. Ev mirov dibe ku ji aliyê etnîkî ve ji dayik û bavekî Kurd ji dayik bû bin, lê belê li ber destê dijminên sondxwarî yên Kurdên azad bûne amûreke erzan.

Ev derdora ku hîn di destpêkê de di bin bandora dewletê de hate xurtkirin, doh li dijî gerîla, îro jî li qada legal li hemberî DEM Partiyê tê birêxistinkirin. Yên ku hîn doh li herêmê li biryargehên hêzên çevîk, JÎTEM'ê hatin birêxistinkirin û li dijî gelê Kurd êrîşên li hemberî mirovahiyê kirin, îro jî li avahiyên partiyê yên AKP'ê û saziyên din ên fermî yên dewletê hewl didin meşa azadiyê ya gelê Kurd rawestînin. Lê belê bi kêr nayê, ji ber ku civakên polîtîk xwedî hişekî gelekî xurt in. Gelê Kurd jî gelê herî polîtîk ê li herêmê ye, xwedî hiş û bîreke gelekî xurt e. Gelê Kurd Misilman e, Elewî ye, Êzidî ye, Suryanî ye; ev hemû jî xwişk û birayê hev in. Gelê Kurd wê rê nede dewletê û hêza wê ya paramîlîter Hîzbûllahê ku wan parçe bikin.

Hîzbûllah ji roja ava bûye û vir ve rêxistineke sûc e ku bi fermanên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd tundî, sûc kiriye, ji vê yekê jî berjewendiyên aborî û polîtîk bi dest xistiye. Huda Par jî heman rêxistine ku bi rengê vê serdemê ye. Ev derdora di vê demê de bi Huda Parê rêwîtiya xwe dewam dike, eger şert û mercên cuda pêk werin wê ev derdora rahêje sator û dest bi kuştina mirovan bike.

Çawa ku mirovan berê Hîzbûllah teşhîr û tecrîd kirin, divê heman tiştî li Huda parê jî bikin, tevî Misilmantiya sexte ya Huda Parê her wiha Kurdîtiya wê ya sexte jî teşhîr bikin.