YPS-YPS JIN: Hevrê Zeryan li pey xwe mîrateyek mezin a berxwedanê hişt

Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê di 7’emîn salvegera şehadeta fermandar Zeryan Denîz de ew bi rêzdarî bibîr anî û got, "Hevrê Zeryan bi sekna xwe ya fedaî ya Apoyî, mîrateyek mezin a berxwedanê heta roja me hişt."

Koordînasyona YPS-YPS JIN'ê bi wesîleya 7'emîn salvegera şehadeta Zeryan Denîz ku di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûbû, daxuyaniyeke nivîskî da.

Koordînasyonê got, “Gelê me yê ku hebûna wê hatiye înkarkirin û azadiya wê ji destê wê hatiye girtin, zêdetirî 50 sal in bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîna azadiyê dimeşîne. Ev şer şerê parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiya xwe ye. Dewleta faşîst a Tirk ji roja damezrandina xwe heta niha bi her cure polîtîkayên înkar, îmha û qetlîamê bi qanûnên sirgûn, bicihkirin û girtinan hewl dide gelê me bitirsîne. Polîtîkaya înkarê ya ku bi salan e didome, bi plana serî tewandinê ya sala 2014’an amade kir, ket konsepteke nû. Di çarçoveya vê konseptê de rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi hovîtiyeke ku mînaka wê tune dest bi êrîşan kir. Dewleta Tirk a ku hesaban li ser planên tunekirina gelê Kurd û tevgera azadiyê kir, bi rasthatina li berxwedana Zeryan û Çiyageran re rastî şikestineke mezin hat û planên hilweşînê vala hat derxistin."

Di daxuyaniya Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê de wiha hate gotin:

“Berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî bi helwesteke li dijî tunekirina hebûn û nasnameya Kurd, di salên 2014-2015’an de bi berxwedaneke bi heybet a bi sedan lehengên Kurdistanê derket holê. Gelê me yê welatparêz û têkoşer, jin, ciwan û mezin, di berxwedana li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û Geverê de bi helwesta xwe ya li dijî faşîzmê dilsoziya xwe ya bi nirxên xwe re nîşan dan. Şerê ciwanên Kurd ên leheng li dijî teknolojiya bilind a dewleta Tirk bi dilên xwe yên tazî û fedaî, hişt ku dewleta Tirk bikeve nava sendromê. Berxwedana ku ji aliyê fermandarên efsanewî yên dîrokê ve hat nîşandan, pêşengên gel jî derxist holê. Zeryan, Çiyager, Nûcan, Axîn, Xebatkar, Berfîn, Mehmet Tûnç, Asya û gelek şehîdên me yên berxwedêr ên di berxwedana xwerêveberiyê de fedaî bûne, li Şirnex, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Hezex, Gever û navçeyan li gelek bajaran bûne pêşengê hevdîtina bi gel re û di nava dijmin de sendroma afirandin û bûne abîdeya berxwedanê. Fermandar Zeryan Denîz Amed yek ji lehengên bêhejmar ên vê berxwedana bi heybet bû ku navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsand.

Hevrê Zeryan ku di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de ku li her kolanekê çîrokeke lehengiyê tê nivîsandin di nava fermandariya YPS'ê ya Şirnexê de bû, li Şirnexê di fermandariya YPS'ê de bû, bi sekna xwe ya têkoşer, bi ruh û hevrêtiya xwe di dilê gelê Şirnexê û berxwedêran de cihekî mezin bi dest xist. Fermandar Zeryan di her firsendê de bi taktîkên xwe yên şer ên afirîner li dijmin xist, her çeper heta nefesa xwe ya dawî veguherand kelehên berxwedanê. Di pêvajoya berxwedanê de bi helwesta xwe ya pêşeng ji her kesî re bûye ronahî. Bi dengê tilîliyên xwe hêz daye berxwedanê û ji dijmin re bûye kabûs. Hevrê Zeryan bi sekna xwe ya xweparastinê ya Apoyî mîrateyeke mezin a berxwedanê heta roja me hişt. Hem di jiyana xwe de hem jî di qada şer de bi helwesta xwe ya bi biryar û dilnizim di dilê hevrê û gelê xwe de textek ava kir. Di îdeolojiya azadiya jinê de roleke pêşeng lîst. Ew bi berxwedana xwe nîşanî me da ku jinên Kurd çiqasî ji welat û axa xwe hez dikin, divê xwedî li azadiya xwe derkevin. Zeryan bû navê berxwedanê. Ruhê berxwedanê yê Zeryan li Zapê bû Melsa, Avzem, li Avaşînê jî bû Arîn û Nûda. Li Mêrsînê bû Sara, Rûken û xeta serkeftinê li çar aliyên Kurdistanê belav kir.

Hevrê Zeryan a ku di avakirina YPS JIN'ê û derketina ruhê berxwedana xwerêveberiyê de roleke mezin lîst, rê li ber serkeftinê vekir. Weke hevrêyên wê soza me ya herî mezin ew ku em li ser şopa wê bimeşin û têkoşînê bigihînin serkeftinê. Weke koordînasyona YPS-YPS JIN’ê em di sala 7’an a şehadeta hevrê Zeryan Denîz, fermandara helwest, îrade û hişmendiya Apoyî bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarên hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê, bi taybet ya Zeryan Denîz û em ê tola hemû şehîdan hilînin.”