BI DÎMEN

Li Swîsreyê komxebata 'Rêbertî û Jin’  didome

Komxebata "Rêbertî û Jin" ku di 21'ê Nîsanê de li bajarên Swîsreyê hatibû destpêkirin, îro li Luzernê hat lidarxistin. Jinan tecrûbeyên xwe yên têkoşînê parve kirin.

LI SWÎSREYÊ KOMXEBATA ‘RÊBERTÎ Û JIN’

Komxebata "Rêbertî û Jin" ku di 21'ê Nîsanê de bi pêşengiya Komîteya Jineolojiyê ya Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) hatibû destpêkirin, dewam dike. Komxebat îro li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê (CDK-L) bi hevkariya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a Luzernê hat lidarxistin.

Jinên ku beşdarî komxebatê bûn serpêhatiyên xwe yên têkoşînê bi endama Akademiya Jineolojiyê Nora Merîno re  parve kirin.

Jinan diyar kirin ku wan çawa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kirine û pirsgirêkên ku di têkoşîna jinan de jiyane anîn ziman. Jinan piştî komxebatê gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku bandor li ser wan kiriye li ser kaxezan nivîsandin û li tabloyê daliqandin.

Jinan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla û êrîşên li ser xebatkarên çapemeniya Kurd banga hestyariyê kirin.

Komxebat wê di 25'ê Nîsanê de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê, 26'ê Nîsanê Cenevre û 30'ê Nîsanê li Winterthurê jî were lidarxistin.