Xeyrî Demîr ji Şemrexê ye û temenê wî 17 sal û şeş mehî ye.
17 meh e, girtî ye û li zindana Şakranê beşê zarokan di hucreyekê de ye.
Piştî du mehan wê bê dadgehkirin û ji wî re heta bi 15 salan cezayê zindanîkirinê dixwazin.
Xêrî dema hat girtin hê 16 salî bû ango zarok bû.
Lewma dewleta Tirk bi biryara Tiba Edlî hewl dide temenê Xêrî mezin bike û dixwaze temenê wî bike 18 salî.
Li dijî wî zarokan bi rêxistin dikin ji bo li ser wî bidin û ji du zarokên li ser wî didin yek xwe vedikişîne û yê din jî ji malê vediqete û berê xwe dide gerîla.
Xêrî pênc meh berê ji zindana Mêrdînê şandin zindana Şakranê.
Kengî li zindanên Tirkiyeyê û Kurdistanê çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin, Xêrî û hevalê xwe yê hucreya sê kesî Ugur ê 15 salî yê Cizîrê dest bi greva birçîbûnê dikin.
Bi vê re rêveberiya zindanê jî her cure rê û rêbazên zorê li ser wan ferz kir.
Di roja 21'ê ya çalakiya greva birçîbûnê de Parlementera BDPê Perwîn Buldan bi xwe çû zindanê bi Xêrî û hevalê wî Ugur re peyivî û ew îqna kirin ku dev ji çalakiyê berdin.
Lê piştî axaftinên serokwezîrê Tirkiyeyê grevên birçîbûnê bûn girseyî Xêrî û Ugur tevî sê hevalên xwe dîsa dest bi greva birçîbûnê kirin...
Gelo van kirinên dewleta Tirk li Xêrî û Ûgûr dike rewa ne?
Çima ev eziyet?
Ev dewlet bi çi sedemê vê eziyetê bi zarokên Kurdan dide kişandin, çima bi Xêrî û Ûgûr eziyet dide kişandin?
Dewleta Ceylana 13 salî, Enesê 12 salî, Enesê 8 salî û 34 zarokên li Roboskiyê kuştî, wê li Xêrî û bi hezaran zarokên mîna wî zilm û eziyetê bike. Wê bike, ji ber ku hebûna xwe li ser tinekirina van zarokan ava kiriye.
Dewleta Tirk a temenê kurê Seyîd Riza mezin kir û ew bi darve kir, temenê Xêrî mezin kir û xist zindanê, her tim zarokên Kurdan, nifşên nûgihiştî yên neteweya Kurd êsîr kiriye.
Lê babeta bi taybetî divê em bixin ber lêpirsînê ne ev zilma dewleta Tirk e ku bi awayekî sîstematîk pêk tîne, ya divê em bixin ber lêpirsînê ew e, ji Dêrsimê heta bi Qoserê li tevahiya Kurdistanê gelê Kurd çawa xwe li vê zilmê radigire.
Belkî jî bi sedema ku Kurd vê zilmê asayî û normal dibînin, dewleta Tirk jî her ku diçe zilma xwe zêde dike.
Belkî jî li vê rewşa me dinêre û culhetî vê zilmê dike?
Belkî jî li hemberî vê zilmê bêdengiya me dibin çepikên erêkirinê.
Ji ber ku zilm çiqasî asayî bibe, zalim jî ewqasî li ber çav xuya nake, dibe ji rêzê.