Roja pênçşemê mîtîngek ji bo piştgiriya çalakvanên başûrê Ewropa, yên li dijî siyaseta qutkirinê di girêva giştî de ne li bajarê Almanya yê Marburg bi beşdariya zêdetirî sed kesan hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê “Îtîfaqa Krîsê ya Marbûrg” a ku şaxa bajêr a YXKê jî di nav de cîh digire ve hat lidarxistin. Di dema mîtîngê de gotarên partiya Çepgira Almanya (Die Linke) sendikaya sîwan a Almanya DGB, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan û gelek rêxistinên din ên herêmî hatin xwendin.
YXK’iyan di gotara xwe de bal kişandin ser zextên rejîma AKP û berxwedana dijberiyan dijî wê. Di berdewamiya axaftinê de YXK’iyan girîngiya tekoşîna hevpar a sosiyalîst, karker, xwendekar û demokratan li tevahiya cîhanê anîn zimên û gotin ku zext li hemû welatan heman zext e û tenê riya yekîtiya bindestan maye.
YXK’iyan di berdewamiya çalakiyê de bi dihan îmze ji bo kampanya navnewtewî ya îmzeyan ji bo azadiya Ocalan kom kirin. Piştî mîtingê çalakvanan meşek heta Ruolphsplatz a weke navenda aboriyê a bajêr tê naskirin û gelek fîrmayên kirêkirina karkeran û bankeyan li wir hene li dar xistin û bi awayî kedxwarîya wan şermezar kirin.
Hêjayî gotinê ye kû roja 14’ê mijdarê ji aliyê gelek sendîkeyan ve weke roja girêva giştî a Ewropa hatibû îlankirin.