Yuksekdag: Bêdengmayina li beramberî sûcên AKP’ê, bêwijdanî û bêexlaqî ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag îro bi rêka SEGBÎS’ê tevlî rûniştina dozê bû ku bi hinceta axaftina wê ya 19’ê Adarê li Kongreya HDP’ê ya bajarê Mêrsînê kiribû hatibû destpêkirin.

Yuksekdag diyar kir ku AKP/Qesrê li dijî rêgeza cudahiya hêzan darbe kiriye, bal kişand li ser sûcên mirovahiyê yên ku AKP’ê kirî û got; “Bêdengmayina li beramberî van, bêwijdanî ye, bêexlaqî ye.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ji ber doza ku bi hinceta axaftina wê ya 19’ê Adarê li Kongreya HDP’ê ya Bajarê Mêrsînê kiribû hatibû destpêkirin, îro bi rêka Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Asiye Kolçak, Parlamenterê Semsûrê Behçet Yildirim û Parlamenterê Wanê Lezgîn Botan û rêveberên bajêr doza şopandin.

‘AKP’Ê DARBE KIRIYE’

Yuksekdag diyar kir ku ev darizandin ji destpêkê ve ji derveyî Destûra Bingehîn in û derhiqûqî ne û got; “AKP/Qesrê li dijî rêgeza cudahiya hêzan darbe kiriye.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku tevahî sûcdariyên hatî kirin, ji derveyî wijdanê civakê ne û got; “Li herêmên operasyonê sûcên mirovahiyê hatin kirin û ev temamî bi fermana desthilatdaran pêk hatine. Bêdengmayina li beramberî van, bêwijdanî ye, bêexlaqî ye.”

HAT TALOQKIRIN

Doza Yuksekdag a 21’ê Kanûnê li Mêrsînê hat dîtin, bi doza îro re kirin yek û rûniştina din taloqî 28’ê Sibata 2017’an hat kirin.

Her wiha, doza ku îro 2. Rûniştina wê li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dihat dîtin taloqî 2’yê Sibata 2017’an hat kirin.