Yekîneya Tolhildanê li Îzmîr û Êlihê hin çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bargiran Erkendî ragihand ku wan li Îzmîr û Êlihê hin çalakî kirine.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bargiran Erkendî diyar kir ku wê li dijî ‘hişê dewletê’ ya ku dixwaze tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan normal bike, li her derê çalakiyan bikin.

Yekîneya Tolhildanê got: “Em ê damarên wan ên jiyanê qut bikin. Li ser vî esasî em ê berxwedana xwe geştir bikin û em ji her demê zêdetir bi biryar in.”

Li gorî daxuyaniyê li sûrên Kadîfekale ya Îzmîrê pankartên ‘Em bi ruhê Rehşan û Ronahiyan agirê tolhildanê gur bikin’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî PKK’ daliqandine, li gelek taxan li dijî tecrîdê li ser dîwaran nivîs nivîsandine û agir dadane.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di 4’ê Nîsanê de li 18 cihan agir hatiye dadan, fîşekên hewayî hatine teqandin û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pîrozkirin.

Yekîneya Tolhildanê got: “Hêzên dijmin dema ku hatine mudaxele bikin, yekîneyên me li wan jî dane. Dema ku hêzên dijmin vekişiyane, ciwan meşiyane.

Li dijî Krîstal Parkê Tupraşê ya ku faşîzma AKP û MHP’ê di warê ekonomîk de li ser pêyan digire û bûye navenda biryarên qirkirina li ser gelê me, çalakiyek hate kirin. Ev çalakî bi teknîkeke taybet hate kirin û ev der bûye xwelî.

Li dijî benda ewlekariyê ya di nava TPAO’yê de jî bi teqemeniyên destan ên parçeavêj çalakiyek hate kirin. Hejmara mirî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Li Taxa Petrolkentê jî li dijî koma tiryakfiroşan çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de kesê bi navê Yasîn hatiye cezakirin.

Li Taxa 19’ê Mayisê firoşkarên tiryakê û teqsîvanekî sîxur hate cezakirin.

Li Taxa Yeşîltepeyê jî li dijî kesên her roj agir dadidan û li dora wê tiryak difirotin jî bi teqemeniyên bi destan ên parçeavêj çalakiyek hate kirin.”