Xebatkarên Newroz TV jî di greva birçîbûnê de ne

Xebatkarên Newroz TV jî di greva birçîbûnê de ne

Hemû xebatkarên kanala Newroz Tv bi armanca piştgiriyabi rojnamevanên girtî yên di greva birçîbûnê de û girityên din, îro di greva birçîbûnê de ne. Xebatkaran bang li saziyên ragihandinê yên Kurd kirk u dengê xwe li hemberî vê yekê bilind bikin.

Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ji 12ê Îlonê ve daye destpêkirin di roja 67emîn de berdewam dike. Piştgiriyek bi wate ji bo girtiyan ji xebatkarên kanala Newroz TV hat.

Hemû bernamevan û bêjerên Newroz TV îro wê bi pêşmalkên spî derkevin pêşberî temaşevanên xwe.

Xebatkarên Newroz TV ev bang kir li ragihandin û rojnamevanên Kurd kir: “Em bang li hemû saziyên ragihandinê û rojnamevanên kurd dikin ku dengê xwe bi çalakiyên cuda bilind bikin.”