Wekîlên HDP’î li dijî qedexeyê meşiyan
Parlementerên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç ji bo protestokirina pêkanînê kêfî û qedexeyên sîstematîk ên dewletê yên li bajar meşiyan.
Parlementerên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç ji bo protestokirina pêkanînê kêfî û qedexeyên sîstematîk ên dewletê yên li bajar meşiyan.
Kolana Nacîbey a avahiya Rêxistinê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê lê ye, carek din ji bo malbatên îdîa dikin ku zarokên wan şandine çiyê, bi bariyeran hat girtin.
HDP’iyan bertek nîşanî girtina kolana avahiya xwe û qedexeya çalakiyan a hezar û 600 rojin li bajêr dewam dike dan.
Komeke partiyî ya wekîlên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç jî di nav de, ji Kolena Hunerê ya li Cadeya Komarê heya ber Walîtiya Wanê, meşiyan.
Wekîlên HDP’ê di meşê de, bê navber bertek nîşanî qedexeyan û girtina kolana partiya xwe dan.
Polîsan piştre HDP’î dorpêç kirin û rawestandina komê ya li Cadeya Komarê dewam dike.