Viyan Tekçe: Di şexsê min de mafê jinan ê hilbijartinê jê hate standin

Viyan Tekçe ku wezîfeya wê ya Hevşaredariya Colemêrgê bi darbeya qeyûm hate desteserkirin got, "Di şexsê min de mafê hilbijartinê yên jinan hate desteserkirin. Vê qebûl nakim. Em ê heta dawiyê xwedî li mafê xwe yê hilbijartinê derkevin."

LI COLEMÊRGÊ DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê nerazîbûn didomin. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê doh li Kartalê mîtîng lidar xistin û bi hezaran kes beşdarî mîtînga “Em ê rê nedin qeyûm” bûn. Bi hezaran destnîşan kirin ku yên îradeya gel nas nakin, ew ê jî wan nas nekin û peyama “Me çawa li Wanê êrîşa qeyûm têk bir, em ê li Colemêrgê jî têk bibin” hate dayîn. Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe ya wezîfeya wê bi qeyûm hatE desteserkirin ku ew jî di nava beşdarên mîtîngê de bû, ji ANF’ê re axivî. Viyan Tekçe destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li mafê xwe yê hilbijartin û hilbijêriyê derbikeve.

‘QEYÛMAN ÇAVKANIYÊN GEL PÊŞKÊŞÎ ALÎGIRÊN XWE KIRIN’

Îradeya gelê Kurd tune hate hesibandin û Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Akiş bi rengekî bêhiqûqî hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Viyan Tekçe ya 28 salî jî bi kelecana ku wê xizmetê ji gel re bike, amadekariyên xwe dikirin ku dest bi wezîfeya xwe bike. Weke jineke ciwan hîn gava xwe ya destpêkê di siyasetê de neavêtî, bi rengekî kêfî ji aliyê desthilatdariyê ve hate astengkirin. Viyan Tekçe diyar kir ku weke jineke ji Colemêrgê ew du deman dibe şahidê êrîşa qeyûm a li ser gelê Kurd û got: “Rê xirabe bûn, ji ber çopê mirov nedikarî di rêyan de derbas bibin. Qeyûmên hatine û yên çûyîne, çavkaniyên gel pêşkêşî alîgirên xwe kirin. Şaredarî kirin navenda rant, nelirêtî û talanê. Jixwe deynê ku ji şaredariyê re hiştin, ev talan raxist ber çavan.”

‘WALIYÊ KU WEKE QEYÛM HATE TAYÎNKIRIN, BERIYA HILBIJARTINAN JI BO AKP’Ê DENG DIXWEST’

Viyan Tekçe destnîşan kir ku îro waliyê ku weke qeyûm hatî tayînkirin, beriya hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê ji AKP’ê re deng kom dikirin û wiha got: “Waliyê ku niha qeyûm e, Serokê bajêr ê AKP’ê û teşkîlata bajêr mal bi mal digeriyan û ji AKP’ê re deng dixwestin. Namzetê şaredariya AKP’ê jî ev yek bes nedît, mîna ku heqaret bike vê carê hewl da dengê mirovan bi pere bikire. Lê gelê Kurd 31’ê Adarê car din nîşan da ku îradeya wê bi pereyan nayê kirîn û serî li ber gef û şantajan natewîne, bi vî rengî dîsa partiya xwe hilbijart. Desthilatdariya ku ev yek tehemûl nekir, dîsa îradeya gel nas nekir, wezîfeya hevşaredar Mehmet Akiş bi qeyûm desteser kir û ew bi îdîayên bêbingeh şand girtîgehê.”

‘TALANKERIYA QEYÛM DI HEMAN DEMÊ DE DARBEYEKE LI SÎSTEMA ME YA HEVSEROKATIYÊ HATIYE XISTIN’

Viyan Tekçe bi mînaka Antalyayê bi bîr xist ku li rojava serokên ku ji wezîfeyên tên girtin, li şûna wan di nava meclîsa şaredariyê de kesek ji wekîltiya serokatiyê re tê hilbijartin û destnîşan kir ku ev pêkanîn li Colemêrgê tune hate hesibandin. Viyan Tekçe anî ziman ku ev derbeya desthilatdariyê ne tenê li dijî îradeya gelê Kurd e, di heman demê de êrîşeke li dijî nûneriya wekhev a jinan e û ev tişt got: “Ez jinek im û hevşaredareke hatî hilbijartin im. Di şexsê min de mafê jinan jî yê hilbijartin û hilbijêrtiyê jê hate standin. Ev di heman demê derbeyeke li sîstema me ya hevserokatiyê jî hatiye xistin. Ez teqez vê yekê qebûl nakim. Ev polîtîka bi eşkere nîşan dide ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dijminê jinan, ciwanan û Kurdan e.”

‘EM Ê HETA DAWIYÊ XWEDÎ LI MAFÊ XWE YÊ HILBIJARTIN Û HILBIJÊRIYÊ DERBIKEVIN’

Viyan Tekçe ragihand ku xespa qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê hate kirin ne tenê pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka hemû gelan e û hişyarî da ku eger nerazîbûna pêwîst li dijî vê yekê neyê nîşandan, wê vê carê berê xwe bidin bajarên rojava. Tekçe careke din destnîşan kir ku ew ê rê nedin rejîma qeyûm û got: “Em hevşaredarên xelkê Colemêrgê yê hatine hilbijartin in. Ti xespa bêhiqûq nikare vê rastiyê biguhere. Em ê heta dawiyê xwedî li mafê xwe yê hilbijartin û hilbijêriyê derbikevin, em ê ji bo vê yekê şer bikin û vê zihniyeta qeyûm tune bikin.”