Va ye liv û tevgera çeteyên dewleta Tirk a li Lîbyayê

Li ser liv û tevgera çeteyên dewleta Tirk a li Lîbyayê, ku tevî agirbest û bangên hêzên navneteweyî venakişîne, ANF'ê agahiyên balkêş bi dest xist. Ji 12 hezar û 835 çeteyên ji herêmên Efrîn-Ezazê hatin şandin, 1226 jê li Sûriyeyê hatine vegerandin.

Di encama danûstandinan de ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hatin kirin, hikumeta yekîtiya neteweyî hate avakirin û pêvajoya agirbestê dest pê kir. Bi vê pêvajoyê re li Lîbyayê ji aliyê siyasî ve gavên cidî hatin avêtin, lê ji aliyê leşkerî ve guhertineke berbiçav xuya nake. Sedema bingehîn a vê yekê jî dewleta Tirk e. Ji ber ku rejîma Erdogan herçend xwe weke piştevanê pêvajoya siyasî û agirbestê nîşan bide jî piraniya hêzên biyanî yên li Lîbyayê di destê wî de ye.

Li gorî agahiyên li ber dest, dewleta Tirk ji bo nîşan bide ku 'li gorî peymana vekişîna leşkerên biyanî ji Lîbyayê tevdigerim', beşek ji hêzên xwe yên li Lîbyayê vegerand Sûriyeyê, lê belê derdora 15 hezar çeteyên wî hîn jî li Lîbyayê ne. Çeteyên Sûriyeyî ji aliyekî ve li Lîbyayê li ber leşkerên Tirk ên dagirker in, li aliyê din jî li kampan perwerdeya leşkerî werdigirin.

Çavkaniyên cihê baweriyê yên li herêmê ji ANF'ê re axivîn û li ser liv û tevgera çeteyan a li xeta Sûriye-Tirkiye-Lîbyayê û rewşa dawî agahiyên berfireh dan. Li gorî vê yekê, çeteyên ku bi rêya hewayî ji Stenbolê derbasî Trablûsê tên kirin, alavên wan ên şexsî û telefonên ku ji wan tên standin, piştî ku gihîştin Lîbyayê radestî wan têne kirin. Piştre jî çete kom bi kom li kampên li Lîbyayê têne bicihkirin. Li gorî pêwîstiyê jî ber bi eniya şer ve tên şandin. Piştî ku şer sekinî, çeteyan mirî û birîndarên xwe di ser Tirkiyeyê re anîn Sûriyeyê. Hin kom heta radeyekê vekişiyan Sûriyeyê, hinek ji wan jî hêzên xwe guhertin.

Li gorî agahiyên heman çavkaniyan, piştî ku agirbest hate ragihandin komên nû yên ber bi Lîbyayê ve hatin şandin piraniya wan li Kampa Yermûkê û li otelên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine diyarkirin bi komên cuda dimînin. Çeteyên ku li kampên leşkerên Tirk dimînin, li ber leşkerên Tirk nobedê digirin. Komên li Kampa Yermûkê dimînin jî ji bo şerê li çolê û bajaran bi rengekî taybet tên perwerdekirin.

RAWESTGEHA LÎBYAYÊ YA ÇETEYAN WÊ DEWAM BIKE

Çavkanî dibêjin, li gorî peymana çeteyan a 'Artêşa Milî' ya ji bo şandina Lîbyayê divê her kr çete 2000 dolarî bistîne, lê dewleta Tirk vî pereyî bi giranî nîv bi nîvî qut dike û maeşên çeteyan dereng dixîne. Çavkaniyekî din jî ragihand ku çeteyên ji Lîbyayê tînin Sûriyeyê peymana wan diqede û ev agahî da:

"Yên ku xwestin vegerin Sûriyeyê bi bertîla 500 dolarî ya ku dan fermandarên xwe, ev yek pêk anîn. Lîbyayî ji Sûriyeyiyan gelekî aciz in, naxwazin ku endamên Artêşa Milî ya Sûriyeyê li welatê wan bin. Gelek kes dixwazin vegerin. Lê belê rayedarên dewleta Tirk û fermandarên komên wan dibêjin ku wê hêzên xwe yên leşkerî li Lîbyayê bihêlin."

Ji roja ku dewleta Tirk berê çeteyên xwe da Lîbyayê û vir ve ji xeta Efrîn û Ezazê herî kêm 12 hezar û 835 çete ber bi Lîbyayê ve hatin şandin. Tenê 1226 ji wan vegeriyan Sûriyeyê. Ji çeteyên ku il xeta Efrîn-Ezazê hatin komkirin, di ser Deriyê Sînor ê Kîlîs Hawarê derbasî Tirkiyeyê hatin kirin û ji wir jî şandin nava şerê navxweyî yê li Lîbyayê, lîsteya 2 hezar û 700 ji endamên çeteyan bi dest ket. Agahiyên di vê der barê de wiha ne:

Tumena Sûltan Mûrad û Tûgaya Hamza: Ev komên çete ku xwe weke 'tumen' û 'tûgayê' pênase dikin, beşeke girîng a hêza dagirker a dewleta Tirk e ku li Lîbyayê hatiye bicihkirin. Li gorî agahiyan ji Tumena Sûltan Mûrad 1722, ji Tûgaya Hamza jî 1810 çete li Lîbyayê hatin bicihkirin.

Koma ji 40 kesî ya ji van çeteyan di 25'ê Tîrmeha 2020'î de ji Deriyê Sînor ê Hawar Kîlîsê derbasî Tirkiyeyê bûn, piştî ku 12 rojan li Tirkiyeyê perwerde dîtin ber bi Lîbyayê ve hatin şandin. Di heman demê de koma ji 75 kesî 23'ê Sibata 2021'ê, koma ji 35 kesî jî 14'ê Adara 2021'ê ji Deriyê Sînor ê Hawar Kîlîsê ber bi Tirkiyeyê, ji wir jî ber bi Lîbyayê ve hatin şandin.

Tûgaya Suleyman Şax: Vê koma çete 1910 endamên xwe şand Lîbyayê. 126 ji wan di 26'ê Sibata 2021'ê de, 90 ji wan 11'ê Sibata 2021'ê ji Deriyê Sînor ê Hawar Kîlîsê derbasî Tirkiyeyê bûn û ji wir jî ew şandin Lîbyayê.

Tûgaya Mutasim Bîllah: Ji vê koma çete 150 kes 22'ê Hezîrana 2020'î derbasî Tirkiyeyê hatin kirin, piştî ku hefteyekê li kampeke li Kirikhanê hatin perwerdekirin, birin Lîbyayê. Her wiha ji nava vê koma çete 150 çeteyên ku ji bo Herêma Firatê ya Herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin amadekirin, piştî êrişa hewayî ya li dijî Baregeha Hewayî ya El Watiya ya di destê dewleta Tirk de ye, ber bi Lîbyayê hatin şandin. Ev kom 9'ê Tîrmeha 2020'î ji Deriyê Sînor ê Hawar Kîlîsê derbasî Tirkiyeyê bû, piştre jî ew şandin Lîbyayê.

Tûgaya Siqur El Şîmal: Ji vê koma çete 430 kes ji Lîbyayê re hatin şandin. Ji wan 45 kes di 17'ê Tîrmeha 2020'î de derbasî Tirkiyeyê bûn, piştî ku 10 rojan li Kirikhanê perwerde dîtin ew şandin Lîbyayê.

El Tesha (9): Ji vê koma çete 150 endam tevlî şerê li Lîbyayê bûn. Ji wan 50 kes jî 17'ê Kanûna 2020'î ji Deriyê Sînor ê Hawar Kîlîsê derbasî Tirkiyeyê hatin kirin. Piştî ku 10-13 rojan li Kampa Kirikhanê hatin perwerdekirin, derbasî Lîbyayê hatin kirin. Çavkaniyên il herêmê radigandin ku ev kom wê demê ji bo Sîrteyê hate amadekirin.

Feyleq El Mecîd: Ji vê koma çete 978 endam şandin Lîbyayê. Ji wan 40 kes 20'ê Tîrmeha 2020'î ji Deriyê Sînor ê Haware Kîlîsê derbasî Tirkiyeyê bûn, piştî ku demekê hatin perwerdekirin ji bo Lîbyayê hatin şandin. 16'ê Tîrmeha 2020'î ji Deriyê Sînor ê Hawar Kîlîsê koma ji 65 kesî derbasî Tirkiyeyê bû û mîna komên din piştî ku li Kirikhanê perwerde wergirt şandin Lîbyayê.

Ji Tûgaya El Mutasêm 1170, ji Cêş El Watanî 600, ji Feyleq El Rehmen 790, ji Ehrar El Şerqiyê 600, ji Cêş El Islem 585, ji Lîwa El Weqas 400, ji Lîwa Semerqend 350, ji Feyleq El Şam 365, ji Heyêt Tehrîr El Şam 80, ji Foc 113 bi giştî 25 çete şandin Lîbyayê.

150 çeteyên ne Sûriyeyî yên di bin fermandariya Ebû Yeqzan El Misrî de bûn, ji Deriyê Sînor ê Hawar Kîlîsê derbasî Tirkiyeyê hatin kirin, ji wir jî ew birin Lîbyayê. Di nava komên çete yên bi navê 'Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê' de ku di bin kontrola dewleta Tirk de ye û ji Sûriyeyê re hatin şandin, tê gotin ku gelek ji wan beriya niha di nava DAÎŞ'ê de bûn. Bi taybetî ev koma di bin kontrola Ebû Yeqzan Misrî de balê dikişîne. Ev koma çete ya navborî temamiya wan kesên di nava DAÎŞ'ê de bûn û ne Sûriyeyî ne.

KOMÊN TEVLÎHEV JÎ ŞANDIN LÎBYAYÊ

Her wiha komên tevlîhev ên ji çend koman pêk tê jî hatin amadekirin, ji Deriyê Sînor ê Hawar Kîlîsê ber bi Tirkiyeyê, ji wir jî ber bi Lîbyayê ve hatin şandin. Têkildarî liv û tevgera di vê der barê de ya meha Tîrmeha 2020'î bal kişand, agahiyên hatin bidestxistin wiha ne:

Ji Firqat Hamza/Suleyman Şah/Firqa Sûltan Mûrad 150 kes, ji Tumena Sûltan Mûrad/Tûgaya Hamza/Tûgayên Suleyman Şax 150 kes, ji Tumena Sûltan Mûrad/Tûgaya Hamza/Tûgaya Fatîh Sûltan Mehmet/Tûgaya Siqur El Şîmal/Tûgaya Suleyman Şax 150 kes, ji Firqa Hamza/Suleyman Şax 150 kes, ji Lîwa Siqur El Şîmal/Firqa Hamza 120 kes bi rengê komên tevlîhev ji Lîbyayê re hatin şandin.

LI ŞÛNA YÊN VEGERIYAN, KOMÊN NÛ ÇÛN

Hejmara çeteyên ku ji Lîbyayê vegeriyan Sûriyeyê, li gorî hejmara çeteyên li Lîbyayê dimînin gelekî kêm e. Mîna yên çûn, yên vegeriyan jî carna komên tevlîhev, carna jî komên yek bi yek ji bo Sûriyeyê hatin vegerandin.

Di vê navberê de dewleta Tirk di nava salekê de hin çete ji Lîbyayê vekişand û li şûna wan yên nû şand. Balafirên ku çete birin Lîbyayê bi heman hejmarê çete anîn Tirkiyeyê û ji nû ve derbasî Sûriyeyê kirin. Mînak 24'ê Sibata 2021'ê koma ji 150 kesî, 9'ê Sibata 2021'ê jî 60 çeteyên Tûgaya Hamza ji Lîbyayê re hatin şandin, lê di heman demê de bi qasî wan çeteyan çeteyên Tûgaya Hamza ji Deriyê Sînor ê Hawar Kîlîsê derbasî Sûriyeyê hatin kirin. Par di 28'ê Tîrmeha 2020'î de 400 kes ji xeta Cindirêsê derbasî Tirkiyeyê hatin kirin, ji wir jî ew birin Lîbyayê. Li şûna van 400 çeteyên ji Tûgaya Suleyman Şax, koma ji 400 çeteyên ji heman komê vegerandin Sûriyeyê.

DI NAVA SALEKÊ DE JI SÛRIYEYÊ 18 HEZAR ÇETE HATIN ŞANDIN

Piştî ku bi Hikumeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbyayê re di 27'ê Mijdara 2019'an de peyman mohr kir, Tirkiye tevlî şerê navxweyî yê li Lîbyayê bû. Desthilatdariya AKP-MHP'ê 2'ê Çileya 2020'î tezkereya şandina leşkeran ji bo Lîbyayê da qebûlkirin. Piştre jî ji herêmên dagirkirî yên li Sûriyeyê çeteyên xwe yên bi navê 'Artêşa Milî' şand.

Ji destpêka sala 2020'î û vir ve dewleta Tirk derdora 18 hezar çete şand Lîbyayê. Ji wan herî kêm 12 hezar û 835 çete ji xeta Efrîn-Ezazê derbasî Tirkiyeyê hatin kirin û ji wir jî şandin Lîbyayê. Tê gotin ku tevî Idlibê ji Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî jî çete ji bo Lîbyayê hatine şandin. Tûgaya Hamza ku 600 endamên wê hatin kuştin, koma çete ye ku herî zêde jê hatiye kuştin.

LI LÎBYAYÊ LI GEL DEMA HILBIJARTINÊ JÎ REWŞA NEDIYAR DEWAM DIKE

Di navbera Hikumeta Mutabaqata Neteweyî ya Trablûsê ku Tirkiye li pişt e û Meclîsa Nûneran a li Tobrûkê de 23'ê Cotmeha 2020'î di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de peymana agirbestê hatibû mohrkirin. Di çarçoveya hema pêvajoyê de 9-13'ê Mijdara heman salê li Tûnisê nûnerên siyasî yên aliyan li hev kom bûn û li ser dema hilbijartinê ya nû li hev kirin. Li gorî vê yekê 24'ê Kanûna 2021'ê wê hilbijartin bê kirin û heta vê hilbijartinê hikumeteke hevpar hate avakirin. Ji bo hikumeta yekîtiyê ya demkî ku meha Sibatê kete meriyetê, ji aliyê Forûma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê ve ji bo Serokwezîrtî û Konseya Serokatiyê sê endam hatin hilbijartin.

Yek ji şertên bingehîn ên dawîanîna li krîza leşkerî û siyasî vekişîna yekîneyên biyanî û leşkerê ji bo pereyan şer dikin e. Lê belê di vê mijarê de hîn gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Li gel bangên hikumeta yekîtiyê, DYE, Yekîtiya Ewropa û Misrê jî tê texmînkirin ku niha li Lîbyayê bi deh hezaran leşkerên biyanî û komên çete hene. Piraniya van hêzan jî çeteyên dewleta Tirk e.