TKP-ML MK: Hevrê Sînan mînakekî hêja yê şoreşgeriyê bû
TKP-ML MK bi daxuyaniyekê got, "Hevrê Sînan mînakeke hêja bû ku nîşan dida bê çawa divê şoreşgerî û pêşengî bê kirin."
TKP-ML MK bi daxuyaniyekê got, "Hevrê Sînan mînakeke hêja bû ku nîşan dida bê çawa divê şoreşgerî û pêşengî bê kirin."
TKP-ML MK têkildarî şehadeta Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Sînan Dersim daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Sînan Dersim ne tenê milîtan û pêşengekî tevgera azadiyê ya neteweyî ya Kurd bû û hate gotin, "Di heman demê de milîtanekî bêtirs û kadroyekî pêşeng ê şareza yê Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan bû. Di pêşvebirina têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî de xwedî kedeke mezin bû."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mînakekî hêja bû ku nîşan dida li dijî zilm û zordariyê divê şoreşgerî û pêşengiyeke çawa bê kirin. Ji Dersimê bû. Êş û hêrsa Dersimê di hişmendî û pêşengiya xwe de mezin kir û heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya."
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê xwedî li bîranîna Sînan Dersim derkevin û mîrateya têkoşînê bi rûmet dewam bikin.