Endamên AKP’î yên Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê ku ji bo Komkujiya Roboskê lêkolîn bike hate avakirin, îdia kirin ku bi daneyên ku di destê wan de berpirs nekare derkeve holê û gotin ku derxistina şaşiyan ne karê komisyonê ye.
Li gundê Roboskê ya Şirnexê sala borî di meha kanûnê de 34 sivîl hatin qetilkirin û ji bo ku komkujî bên lêkolîn kirin Komîsyona Qilabanê ya girêdayî komîsyona meclîsê hat avakirin û komîsyon derbasî asta nivîsandina raporê bû.
Di civîna komîsyona bi serokatiya Parlamenterê AKP’ê yê Orduyê Îhsan Şener de, endamên AKP’ê wiha gotin: “Em bi daneyên destê xwe nikarin berpirsan tesbît bikin. Di nava fermandariyên herêmî, walîtî, cenderme û MÎT’ê de di îstîxbaratê de koordînasyon heye. Belê şaşiyek hatiye kirin. Lê aşkerekirina kêmasî, qusur û şaşiyan ne karê me komîsyonê ye. Em ne komîsyona lêpirsînê lêkolînê ne. Kêliyên bûyerê tenê dozger dikare derxe holê. ”
Piştî civînê serokê komîsyonê Îhsan Şenerê yên AKP’ê daxuyaniyek da û wiha got: “Di nav hefteyekê 10 rojan de dê rapor amade be. Rapora me dê ji agahî û belgeyan bê amadekirin. Di bûyerê de kêmasiya koordînasyonê tê dîtin. Nêrîna min a kesane ev e. Di hemû komîsyonê de dibe ku nirxandineke hevpar tune be. Dibe ku îtîraz hebin. Di serê meha kanûnê de dê rapor di komîsyona bilind de derbas be.”
Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ku ji ber grevên birçîbûnê tevlî civîne nebû daxwaznameyek pêşkêşî komîsyonê kir û daxwazên xwe anîn ziman.