Tecrîda derî mirovahiyê ya li Îmraliyê di cih de divê were rakirin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir tecrîda li Îmraliyê derî mirovahiyê ye û got divê daxwaza girtiyên grêva birçîbûnê di cih de were qebûlkirin

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiyê daxuyaniya çapemeniyê da.

Gunay bal kişande ser grêva birçîbûnê ya li zindanan ku ev 141 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî nehiqûqiya li girtîgehan didome û got, ''Ji bo problemên ku pir bi hêsanî dikarin bêne çareserkirin li gelek girtîgehan bi hezaran girtî bedena xwe dane ber birçîbûnê. Êdî li vî welatî welatî nema dikarin xwe bigihînin heq, hiqûq, dadmendî, welatiya wekhev û girtî ji ber vê sedemê li dijî kirinên dermirovî û derhiqûqî ji bêgavî ketine grêva birçîbûnê. Daxwaza wan a sereke ew e ku tecrîda li ser Rêzdar Abdullah Ocalan ku di tevahiya welêt geriyaye were rakirin. Tecrîd ku dijî mirovahiyê ye û ti zemîna wê ya hiqûqî nîne êdî hema hema bûye rengê rêveberiya welêt.

Li şûna ku daxwazên biheq ên girtiyan werin bicihanîn, li ser daxwazên biheq pêşnûmeyên yasayan tînin rojevê û girtiyên di girêva birçîbûnê de sor dikin. Li Imraliyê li şûna ku bihêlin parêzer hevdîtinê bikin, bi hevditineke ku mirov nikare bibêje hevdîtineke bi lîstikan dilîzin. Me tecrûbeya biêş a girêva birçîbûnê ya dema beriya niha ji bîr nekiriye. Her can biqîmet e.Weke demÊn berê ji bo ku êşên jê neveger çênebin demildest divê tecrîd bidawî bibe. Divê girtiyên nexweş werin berdan. Ji bo ku bikaribin tedawî bibin eybek e ku girtiyên din bêgav bimînin ku çalakiyan bikin.''