Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

Siyasetmedarên Kurd 10 roj in li salona sporê ya Rihayê tên ragirtin

210 HDP û DBP’î yên ku di operasyonên qirkirina siyasî de li Rihayê hatin binçavkirin, hê jî di bin çavan de ne.

210 kesên ku 12 Kanûnê de hatibûn binçavkirin, li Salona sporê tên rawestandin û li benda lêpirsîna dozgeriyê ne. 

Li gorî agahiyên ku Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz ragihand, di nava  kesên binçavkirî de 9 parêzerên Baroya Rihayê jî hene. 

Navên parêzeran wiha ne: Ozkan Goren, Bulent Ozişik, Velat Îzol, Cemo Tuysuz, Gulay Koca, Serdar Gokhan, Mevlut Guneş, Aslan Veysanoglu û Saît Dag.
210 kes, di bin şertên giran de tên girtin. Kontrola tenduristiya kesên binçavkirî, ev 5 roj in bi doktorekî tenê tê kirin. 

Hevdîtina kesên binçavkirî bi parêzeran re jî tê astengkirin. Parêzeran diyar kirin ku ew tenê dikarin bi îmzeya taybet a dozger ve hevdîtinê bikin.