Sancar: 'Doza Kobanê' dozeke siyasî ya ji bo tolhildanê ye

Sancar got, "Ev dozeke hiqûqî nîne. Dozeke siyasî ya ji bo tolhildanê ye. Operasyoneke berfireh a tasfiyekirinê ye. Xaçerêya nû ya jî ya herî girîng a plana darbeyê ye ku ev plan bi salane dewam dike. Em bi dozeke fen û fûtan re rû bi rû ne."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiyê xwe de axivî û rojev nirxand.

Sancar diyar kir ku dorpêçiya li ser siyaseta demokratîk bi taybetî li ser HDP'ê dewam dike û îdîanameya Doza Kobanê bi bîr xist ku doz wê 26'ê Nîsanê dest pê bike.

Sancar anî ziman ku îdîaname mîna îdîanameya ji bo girtina HDP'ê hatibû amadekirin bêbingeh e û got, "Em her roj bi gavên nû re rû bi rû dimînin. Çi dikin bila bikin wê bi ser nekevin. 26'ê Nîsanê doza dorpêçkirin û fen û fûtan dest pê dike. Li ser îdîanameyê ku têkildarî bûyerên beriya 6 salan hatiye amadekirin wê dozekê bidin destpêkirin."

'HIQÛQÎ NÎNE, DOZEKE SIYASÎ YA JI BO TOLHILDANÊ YE'

Sancar got, "Ev dozeke hiqûqî nîne. Dozeke siyasî ya ji bo tolhildanê ye. Operasyoneke berfireh a tasfiyekirinê ye. Xaçerêya nû ya jî ya herî girîng a plana darbeyê ye ku ev plan bi salane dewam dike. Em bi dozeke fen û fûtan re rû bi rû ne."

Sancar got, "Hewldanek ji bo tunekirina mafê siyaseta demokratîk a gelê Kurd e" û wiha dewam kir, "Di nava vê doza kûmpasê de hiqûq nîne, rastî nîne, belge nîne, delîl nîne. Mîna doza girtinê bêbingeh e û mehkûm e ku têk biçe."

XELEKA DAWÎ YA PÊLA DORPÊÇKIRINÊ: DOZA GIRTINÊ

Sancar bi dewamî got, "Weke ku hûn zanin, doza girtinê xeleka dawî ya pêla dorpêçkirin û êrişa li dijî me bû" û wiha dewam kir, "Me anîn ziman ku îdîanameya hatiye amadekirin çiqasî pûç, bêbingeh, vala ye. Di encamê de jî Dadgeha Destûra Bingehîn ev nêrîna me piştrast kir. Niha ya ku dikeve ser milê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ew e ku vê meseleyê ji rojevê bixîne."

'JI ALIYÊ SIYASÎ VE NIKARIN DERKEVIN PÊŞIYA HDP'Ê

Sancar xwest ku doz bê betalkirin û got, "Me ji bo doza Kobanê got ku kûmpas e. Destpêka vê jî li dema piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê radest tê." Sancar bi bîr xist ku AKP di hilbijartinê de têk çû.

Sancar got, "Ji aliyê siyasî ve nikarin bên hemberî HDP'ê. Bi zilm, zext, dadgerî û polîsan hewl didin bitepisînin. Lê hewldanên wan pûç e. Meşa me we bi biryardarî dewam bike. Bila kes ji vê yekê nekeve nava gumanan."