Li Edeneyê di bin dorpêçê de nobet girtin: Navnîşana çareseriyê Îmraliyê ye

Di çalakiya nobetê ya li dijî desteserkirina vînê ya Edeneyê de Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku Îmralî navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd e.

NOBETA LI DIJÎ VÎNÊ

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê di çalakiya nobetê ya ku bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr re li dar dixe de daxwaza rawestandina desteserkirina vînê kirin.

Tevî ku li bajêr qedexeya xwepêşandan û çalakiyan tunebû jî, polîsên Tirk weke her car hewl dan ku çalakiyê asteng bikin. Girse di bin dorpêça polîsan li qadê nobet girt.

Girseya ku pankartên bi nivîsa "Şaredarî ya gel e, em ê destûrê nedin desteserkirinê" û dovîzên “Qeyûm darbe ye" û "Şaredarî ya me ye, em ê destûrê nedin desteserkirinê" hilgirtin. Di çalakiyê de timî dirûşmên “Qeyûmê diz ji Colemêrgê derkeve", “Qeyûm wê hesab bide gel", "Her der Colemêrg her der berxwedan" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.

Her wiha gel di 99’emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bi hilgirtina wêneyên Şêx Seîd wan bi bîr anîn.

Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr, Şêx Seîd û hevalên wî bibîr anî û bi bîr xist ku di roja înfazkirina Şêx Seîd û hevalên wî de “ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cezaya giran a heta hetayê" hat dayîn. Aydemîr got, "Biryarên ku îro tên girtin, rojên bi tesadufî nehtaine hilbijartin. Gelê Kurd baş dizane ku ev tê çi wateyê. Di vir de israra di çaresernekirina pirsgirêka Kurd de heye. Lê belê pirsgirêka herî girîng a vî welatî ye. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ne demokrasî tê vî welatî û ne jî aborî wê pêş bibe."

Aydemîr bang li AKP-MHP'ê kir ku dawî li desteserkirina vînê bînin.  Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.