Mîtînga Stenbolê bi dawî bû

Mîtînga li Stenbolê yaji bo şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê û bi deh hezaran kes beşdar bûn, bi dawî bû.

MÎTÎNGA STENBOLÊ

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ji bo şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên xwecihî de bi ser ketibû, li Qada Kartalê bi dirûşma “Em ê ji bo ked û azadiya xwe destûrê nedin qeyûman” mîtîng li dar xist. Di mîtîngê de sendîka, partî û rêxistinên siyasî, rêxistinên kedê û pîşeyî, rêxistinên jin û ciwanan bi deh hezaran kes amade bûn.

Di mîtînga ku bi coşeke mezin pêk hat de gel daxwaz û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Gelê ku daxwaza îstifakirina hikûmeta AKP-MHP’ê kir, li dijî îstîsmara kedê, xizanî, qetlîamên jinan, zext, pêkanînên dijdemokratîk, tecrîd û desteserkirina vînê bê navber dirûşme berz kirin.

Piştî axaftinan mîtîng bi stranên hunermend Onur Akin, Adalilar û Arhat ên li ser dikê bi dawî bû.