Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe: Berxwedan jiyan e

Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe di mîtînga Stenbolê de axivî û got, "Rizgarî bi tenê nabe, yan em hemû bi hev re yan jî ne yek ji me’. Dirûşma têkoşîna me ya azadî jî ‘Berxwedan jiyan e’ ye.”

MÎTÎNGA STENBOLÊ

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên xwecihî de bi ser ketibû, li Qada Kartalê bi dirûşma "Em ê ji bo ked, azadiya xwe destûrê nedin qeyûman" mîtîng li dar xist.

Di mîtînga ku bi deh hezaran kes lê amade bûn de Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe axivî.

Dema Viyan Tekçe derket ser dikê gel bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana Colemêrgê" berz kirin. Viyan bi Tekçe,  bi Tirkî û Kurdî her kes silav kir. Viyan Tekçe da zanîn ku ew silavên gelê Colemêrgê û Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş êcku dîl hatiye girtin aniye û wiha got: “Têkoşîna gelê Kurd her tim rastî êrîşan hatiye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê 8 sal in ji bo desteserkirina vîna gelê Kurd qeyûman bi kar tîne. Rejîma qeyûmê li Colemêrgê cara sêyemîn tê pêkanîn. Lê belê tişta ku îro tê paşguhkirin ne tenê vîna Colemêrgê ye, vîna Tirkiyeyê ye jî.”

 Viyan Tekçe di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Qeyûm çavkaniyên gel dide hin kesan. Qeyûm darbeyeke siyasî ye. DEM Partî û şaredarî bi feraseta şaredariya ekolojîk, azadiya jinê hatin cem hev. Li ser vê bingehê em bi gelê xwe re jiyana hevpar bi rê ve dibin. Em ji feraseteke ku dibêje em ê bi xwe bajarê xwe îdare bikin tên. Xebata ku em bi şaredariya xwe ji bo xweza, astengdar û jinan dikin, dixwazin ji aliyê qeyûman ve bên tinekirin.

Îdîayên ku hikûmet û derdora wê li ser hemû platforman tên kirin, ti bingehek wan nîne. Di 3’yê Hezîranê de  xwestin ku rejîma qeyûman dîsa bikeve meriyetê. Di pêvajoya hilbijartinê de hemû saziyên dewletê yên li Colemêrgê ji bo AKP'ê xebitîn. Waliyê Colemêrgê beşdarî xebatên hilbijartinê bû. Pere li welatiyan belav kirin. Lê tevî van hemûyan jî em ji hêla gelê Colemêrgê ve hatine hilbijartin. Tu hêz nikare vê rastiyê biguherîne. Rêhevalên hêja, ji bo me girîng e ku em bi we re bin. Ji ber ku qeyûm ne tenê pirsgirêka Colemêrgê ye. Dixwazin qeyûman mayînde bikin. Tişta ku li Zanîngeha Bogaziçiyê qewimî û tengkirina qadên jiyanê yên jinên ciwan nîşan dide ku ev pirsgirêk pirsgirêkek hevpar e. Bi vê wesîleyê ez hemû kesên li vir li ber xwe didin silav dikim.

Tevî her cure kûmpasan jî em ê xwedî li mafê dengdanê û hilbijartinê derkevin. Li Tirkiyeyê 2024’an vîna gelê Colemêrgê desteser kirin. Gelê Colemêrgê wê xwe bi rê ve nebe, wê komek burokratên tayînkirî yên li Enqereyê biryaran bide. Ev jî nîşan dide ku desthilatdariya AKP-MHP’ê desthilatdariyeke dijminê jinan, ciwanan û Kurdan e.

Ger qeyûm şaredariya Colemêrgê bi rê ve bibin û em bêdeng bimînin, vîna gel a li Stenbolê jî wê dikeve xetereyê.  Heke şaredariya Colemêrgê bi qeyûman hat desteserkirin, wê gavê ewlehiya şaredariya Kartalê jî namîne. Divê li Tirkiyeyê her kes vê yekê baş bibîne. Lewma parastina vîna Colemêrgê erka her kesî ye. Em ê ji Colemêrgê heta Stenbolê gelê xwe biparêzin. Em di vê mijarê de bi biryar in. Stenbol, Esenyurt, Kartal û Îzmîrê ya me ye.

Rêhevalên min ên hêja, ev hikûmet çi bike bila bike, wê nikaribe berxwedana li vê qadê bişkîne. Ez dirûşma bingehîn a têkoşîna me ya hevpar dubare dikim; ‘Rizgarî bi tenê nabe, yan em hemû bi hev re yan jî ne yek ji me’. Dirûşma têkoşîna me ya azadî jî “Berxwedan jiyan e’ ye. Berxwedana ji Stenbolê bigihêje Colemêrgê em ê bi ser bikevin. Bi baweriya xwe ya bi berxwedanê ez li vê qadê her yek ji we û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ku vê mîtîngê rêxistin kirine silav dikim.”

Piştî axaftina Viyan Tekçe bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.