Peyama girtiyan: Em banga têkoşînê dikin

Girtiyên ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve dîl hatine girtin ji mîtînga Stenbolê re peyam şandin. Di peyaman de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

PEYAMÊN GIRTIYAN

Di mîtînga "Em ê ji bo ked, azadiya xwe destûrê nedin qeyûman" ya li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê pêk hat, li qada Kartal a Stenbolê hat lidarxistin de peyama girtiyan hat xwendin.

Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku yek ji girtiyên ji doza Kobanê ye, banga têkoşîna li dijî desteserkirina vîna gel kir û got: “Îradeya gel nayê desteserkirin. Ev gel û me nehişt ku li Meclîsê, li salonên dadgehê, li girtîgehan û li kolanan îradeya xwe were desteserkirin. Em weke girtiyên ji doza Kobanê bang li gelê xwe dikin ku li dijî desteserkirina vîna me têbikoşin."

Peyama yek ji girtiyên Doza Geziyê Can Atalay wiha ye: “Yên ku li Kartalê ji bo parastina keda xwe, îradeya xwe, paşeroj û welatê xwe li hev civiyan... Yên mil bi mil li ber xwe didin... Bizanin hêvî bi we re ye, em ê mil bi mil bi hev re têbikoşin û em ê bi hev re bi ser bikevin."

Di peyama kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatin girtin de ev tişt hatin gotin:

 "Em hemû dostên ku îro ji bo xwedîderketina ked, azadî û vîna xwe li vir in silav dikin. Ji ber ku di 1'ê Gulanê de me xwest em biçin qada Taksîmê ji 5'ê Gulanê û vir ve di girtîgehê de ne.

Qada Taksîmê, ji berxwedana Gezî û vir ve bi kabûsên hikûmetê û di 1'ê Gulana 2024'an de li karkeran girtin. Ev qedexe ne qanûnî û ne rewa ye. Bi hezaran polîs di 1’ê Gulanê de dorpêçkirina Stenbolê nîşaneya tirsa hikûmetê ya ji hêz û hêrsa karkeran û potansiyela serhildanê ye. 

Yên ku çalakî û derketina kolanan sûc dihesibînin; yekane armanca kesên ku têkoşîna nan û azadiyê weke çalakiyeke ne rewa nîşan didin, êrîşî nan û azadiya me dikin. Lê ev hewldan vala ye, em bên girtin  jî, li vê meydanê dengê me bi dengê we re ye: Em ê ji zindanan, mal, kolanan, kargeh, zanîngehan bi hêztir bin, ji bo Gulanê em ê bi hêztir werin; em ê kolan û qadan azad bikin."