Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Soza me soza azadiyê bû!

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, ji bo mîtînga Stenbolê peyam şand û got, "Me hewl da ku em soza ku daye gelê xwe berdêla wê çi dibe bila bibe bi cih bînin. Soza me soza aştî, wekhevî û azadî bû.”

MÎTÎNGA STENBOLÊ

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, ji bo mîtînga Kartal a Stenbolê têkildarî destserkirina Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de peyamek şand û wiha got:

“Em tu carî xneketin nav fikaran me hewl da ku em soza ku daye gelê xwe berdêla wê çi dibe bila bibe bi cih bînin. Me ev soza di salona dadgehê de bi serbilindî anî ziman. Îro jî bi qasî serê derziyê em poşman nebûne.

Piştre jî 3 roj beriya danişînê bi hinceteke asayî hatim binçavkirin û şandin Girtîgeha Wanê. Ger hûn rewşa min a li vir ji min bipirsin, tenduristî û moralê min pir baş e. Moralê bilind ê gelê me, me zindî dihêle. Helwesta ku partiya me, gelê me û hûn Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên hêja li dijî rejîma qeyûman nîşan da, ji dil û can pîroz dikim. Ez Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ku îro li dijî darbeya li dijî vîna gel hatin cem hev û hemû gelê me, çi li qadan bin û çi ne li qadan bin,  bi hezkirin û rêz silav dikim."