Mîtînga Stenbolê: Werin em têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê mezin bikin!

Di mîtînga Stenbolê de bi deh hezaran kes desteserkirina şaredariya Colemêrgê ya ku ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê pêk hat, şermezar dikin. Di mîtîngê de Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin.

MÎTÎNGA STENBOLÊ

Gunnu Ertaş Înce daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo li ser piya bimîne û hebûna xwe bidomîne êrîşên xwe yên li ser civakê didomîne. Gunnu Ertaş Înce destnîşan kir ku desteserkirina şaredariya Colemêrgê “amûra fetisandina maf û têkoşîna azadiyê ya Kurdan e" û destnîşan kir ku desteserkirina şaredariyê êrîşeke li dijî hemû beşên civakê yên ku jiyana hevpar a wekhev û azad dixwazin e.

EM Ê WAN JI COLEMÊRGÊ DERXIN

Gunnu Ertaş Înce wiha berdewam kir: “Bloka desthilatdar a ku Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê daniye aliyekî, di bin navê ‘Destûra Bingehîn a Nû’ û ‘nermbûnê’ de hewl da bertekên civakî bixin bin kontrola xwe û bi heyama 3’yemîn a qeyûman re mafê dengdanê û hilbijartinê yê gelê Kurd ji holê rakir. Bi netewperestiyê hewl didin civakê ji hev qut bikin. Hewl didin şaredariyên ku DEM Partiyê bi dest xistine bi rêbazên derbeyê desteser bikin.

Em dizanin ku êrîşa qeyûman tenê bi desteserkirina şaredarî û darbeyê re sînordar nîne. Bernameya Dema Navîn, qanûna nû ya bacê, amadekariyên operasyonên li ser sînor, girtinên 1'ê Gulanê û Kobanê bi hev girêdayî ne. Divê hemû beşên civakê, di serî de karker û kedkar, li dijî van êrîşên ku li gorî hiqûqa sermaye jî ne qanûnî ne, bisekinin.  Em ê êrîşa qeyûman a ku li Wanê bi îradeya gel hat şikandin, îro jî li Colemêrgê bişkînin. Bi vê mîtînga ku me îro li vir pêk anî, me yek ji pêngavên têkoşîna yekbûyî ya li dijî mêtingerî, zext û darbeya qeyûmê avêt. Bi xurtkirina van gavan em ê qada hevpar a têkoşînê mezin bikin û li gorî bersivê bidin êrîşan.”

JI BO AZADIYÊ TÊKOŞÎN WÊ BIDOME

Çîna sermaye û hikûmeta AKP-MHP'ê ya di xizmeta wê de ye, ji zêdebûna hêrsa karker, kedkar, ciwan û gelên ku bi xizanî û bêpêşerojê re rû bi rû ne, ditirsin. Ji ber vê jî zext û zordariyê zêde dikin. Taksîm, qada 1’ê Gulanê qedexe dikin û kesên li dijî qedexeyên kêfî derdikevin jî digirin. Taksîm di 1’ê Gulanê de nayê qedexekirin. Em ê ji bo azadiya 1’ê Gulanê, ji bo Taksîmê, ji bo girtiyan têkoşîna xwe bidomînin.

Bi dozên kûmpasên Gezî û Kobanê re nikarin têkoşîna gel a mafdar û rewa asteng bikin. Em ê rê nedin desthilatdariya zalim û paşverû û êrîşî çeteyên wan ên weke DAIŞ’ê. Em ê heval û hevrêyên xwe yên bi kûmpasên Gezî û Kobanê dîl hatin girtin bigirin û bi AKP-MHP’ê re hemû çete, mafya, dewleta talanê bişînin sergoya dîrokê.

Yên ku nanê karkeran kêm dikin û pêşeroja wan didizin; Yên ku bi lîstika herêmên rezervê plana tasfiyekirina malên wan dikin û yên ku dixwazin vîna siyasî ya gelê Kurd bidizin, heman hêz in. Em ê bi têkoşîna hevpar van êrîşan rawestînin. Emperyalîstan û hevkarên wan polîtîkayên xwe yên şer li hemû cîhanê kûrtir dikin. Em li dijî şerê li ser gelan in. Ji bo betalkirina hemû peymanên eşkere û veşartî yên bi emperyalîstan re hatine îmzekirin û ji holê rakirina baregehên NATO û amûrên mîlîtarîst ên li her derê welêt hatine avakirin, em ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

Weke ku ji helwesta durû ya bloka AKP-MHP'ê ya li hemberî qirkirina li Fîlîstînê jî tê dîtin, her cure operasyonên ferasetê ji bo kêfa emperyalîzmê tê meşandin. Bazirganî, dîplomasî û hwd tê wateya şirîkatiya komkujiya gelê Filistînê. Em li cem gelê Filistînê ne. Ji bo qutkirina hemû têkiliyên bi Îsraîlê re, bi taybetî jî têkiliyên bazirganî û leşkerî, em ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

Em bang li hemû karker, kedkar, gelan, hemû beşên bindest dikin ku xwedî li ked û azadiya xwe derkevin û li dijî êrîşên kubi qeyûman ve tên ferzkirin, têkoşînê berfireh bikin. Em bang li we dikin ku li kargeh, tax, dibistan, mal, zeviyan û qadên jiyan li dijî kesên ku zext, mêtingerî, xîzanî û darbeya qeyûman ferz dikin têkoşîna yekbûyî berfireh bikin û gavan bavêjin. Em bang li we dikin ku ji bo afirandina cîhanek wekhev, azad, bê şer û bê  îstîsmarê seferber bibin."