Rûsyayê çima firîna balafiran a ber bi Tirkiyê rawestand?

Rûsyayê hêla koronayê kire hincet û firîna balafiran a ber bi Tirkiyê ve rakir. Ev biryar weke derbeke giran a li sektora turîzmê tê dîtin.

Sektora turîzmê ya Tir li hêviyê bû ku heta 1'ê Hezîranê 800 hezar turîstên Rûs werin Tirkiyê. Dihate xwestin ku ev turîst nemaze li otêlên Deryayasî werin pêşwazîkirin.

Lê ji 15'ê Nîsanê heta 1'ê Hezîranê raweestandina balafiran a ji Rûsyayê ber bi Tirkiyê ve ji bo sektora tûrîzma Tirk bû agahiyeke xirab. Dewleta Tirk hêvî dikir mewsîma turîzmê bi turîstên Rûs bide destpêkirin.

Piştî rawestandina balafiran ajansa veguhaztina ezmanî ya federal a Rûs Rosavîatsiya ji bo ku welatiyên xwe yên li Tirkiyê bîne Rûsyayê navenda krîzê ava kir

Li Rûsyayê gulanê ji bo ku gelek rojên betlaneyê hene turîstên Rûs nexasim vê mehê dest bi geştê dikin. Li gorî Yekîtya Acentayên Geştê yê Tirk (TURSAB) ji bo gulanê gelek turîstên Rûs rezervasyon kirin lê hemû hatin betalkirin an jî taloqkirin.

Sektora turîzmê ya Tirk her çendî bixwaze ku Rûsya Hezîranê vê biryarê rake jî, ev nediyarî didome. Ji ber ku tê gotin dibe ku biryar siyasî be.

Demeke wiha ku krîza Ukraynayê çêbûye û peymana Montro di rojevê de ye ev biryar hate standin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp şemiyê bi hevtayê xwe yê Ukraynayî Volodîmîr Zelenskî re daxuyaniyeke hevpar a çapmeniyê da. Erdogan behsa yekîtiya xakê ya Ukraynayê. Zelenskî got, ''Desteka Tirkiyê ya li serweriya xaka me pir girîng e.''

Van rojên dawî li herêma Donbassê ku yekalî serxwebûna xwe ya ji Ukraynayê ragihand şer gur bû. Rûsyayê bi hezaran leşker şandin ser sînor. Rûsya guh nade bangê YE, DYE'yê.

Enqerê 10'ê Nîsanê ragihand du keştiyên şer ên Emerîkayê ''li gorî peymana Montroyê'' 14 û 15'ê Nîsanê wê ji Tengava Stenbolê ber bi Deryayareş ve diçin. Bi vê peymanê re ya bi dîroka 1936'an keştiyên sivîl bi serbestî dikarin ji tevgavên Tirk biçin lê keştiyên şer ên welatên ne cîranê Deryayareş heke ji 21 rojan zêdetir wê bimînin divê beriya derbasbûnê bi 15 rojan agahiyê bidin. Ajansa nûçeyan a bi ser hikûmeta Tirk ve 14'ê Nîsanê ragihand ku rayedarên DYE'yê gotine derbasûna keştiyan hatiye rawestandin. Çima hatiye betalkirin nehate aşkerekirin.

Serokdewletê Rûsyayê VladîmÎr PûtÎn 9'ê Nîsanê bi telefonê ji Erdogan re got divê Peymana Montroyê were parastin.

Li gorî çavdêran heke ev peyman were rakirin DYE û weltaên NATO bi rehetî wê bikaribin biçin wê bi rehetî bikaribin keştiyên şer bibin Deryayareş. Moskowa jî tiştekî wiha naxwaze.