Rûniştina Doza Çapemeniya Azad ya ku 34 jê girtî 44 rojnamevan tên darizandin li Sîlîvriyê didome.
Di bin navê KCK’ê de sala borî di meha kanûê de li hemberî çapemeniya azad operasyon pêk hatin û di encamê de gelek rojnamevan hatin binçavkirin.2’emî Danîşîna doza 34 jê girtî 44 kesan di roja 3’emîn de didome.
Ji bilî Çagdaş Ulus hemû rojnamegerên girtî û ne girtî tevli danişînê bûn. Parêzer Sînan Zîncîr daxwaz kir ku formên tenduristiyê yên Yekitiya Tabîban daye 5 girtiyên di greva birçîbûnê de ne , bila bidin rojnamevanan.
Dainişîn bi xwendina îdianameyê didome. Rojnamegerên girtî yên li girtîgeha Kandirayê dimînin her roj ji bo danişînê saet di 08.00’an de bi kelepçeyê tînin Sîlîvriyê.
Hemû Rojnameger ji 5’ê mijdarê de heta niha di grevê de ne.
Rojnameger Fatma Koçar û Ayşe Oyman ji 24’ê îlonê, Pervîn Yerlîkaya û Selahattîn Aslan ji 15’ê cotmehê û Mehmet Emîn Yildirim jî ji 22’ê cotmehê de di girevê de ye.