ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina dawî ya bi telefonê axivî.

Di nava çend hefteyan de li Lyonê sê êrişên nijadperestî hatin kirin. Li sê bajaran di serdegirtina polîsan de gelek kes hatin destgîrkirin, ji qereqolan bang li dehan Kurdan hate kirin. Ji sala 2019'an ve mal û milkê bi dehan kesî hate cemidandin.

Ji salên 1990'î ve dewleta Tirk zext û zordariyê li sazî û xebatkarên çapemeniya azad dike. Rojnamevanan dstnîşan kirin ku çapemeniya azad li gel êrişan jî tawîz ji rastiyê nedane.

Gerîla Dîcle Avaşîn qala Dersimê kir û got, "Serbilindiya çiyayên Dersimê dike ku mirov pê piştrast be. Her kevirekî xwe, dar û ava xwe qala dîrokê dikin."

Wezareta Karên Derve ya Îranê îdîayên li medya dewletê derewand ku tê de dihate gotin, dîplomat ji aliyê DYE'yê ve hatine xapandin.

Li rojhilatê Qûdsê rojên dawî di navbera Yahûdî û Ereban de rageşiyê rû da. Di encamê de gelek kes birîndar bûn.

Bi wesîleya Roja Cîhanê, bi malovaniya DYE'yê wê civîna bilind a lîderan pêk were. Di civînê de wê tedbîrên ji bo pêşîgirtina li metirsiyên ji ber germahiya global rû bidin, bêne nirxandin.